Tîmên fûtbolê yên Swêd û Danîmarkayê nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê dan

Tîma fûtbolê ya Swêdê Hammarby û ya Hobro Ik a Danîmarkayê diyar kirin ku ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê ew ê kampên xwe yên li Tirkiyeyê betal bikin.

Tîma fûtbolê ya Swêdê Hammarby diyar kir ku wan kampa xwe ya li Tirkiyeyê betal kirine. Alîkarê Serokê Hammarbyê Markûs Nîlsson diyar kir ku wan peymana xwe ya ji bo kampa li Tirkiyeyê betal kirine. Nîlsson bal kişand ser vî tiştî ku ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê wan vê kampa xwe betal kirine.

Li Danîmarkayê jî antrenorê tîma fûtbolê ya Hobro Ikê Jens Hammer jî got ku “Em ji bûyerên li wê derê bi fikar in.”

Berpirsê ragihandinê yê tîma fûtbolê ya bi navê OB’ê Thomas Banso jî diyar kir ku wan ji bo kampê di meha Çileyê de li Tirkiyeyê cihê xwe eyar kirine lê ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava, ew ê vê rewşê ji nû ve binirxînin.