Şervanê QSD’ê Zana: Agirbest sembolîk e ji êrîşa mezin re amade be

Ligel peymana agirbestê ya Tirkiye û DYE’yê li Girê Spî êrîş didome. Şervanê QSD’ê Şervan Zana ê li eniya Ebû Sira ya Girsê Spî got ku “Agirbest tiştekî sembolîk e. Xwe ji êrîşeke mezin re amade dikin. Divê her kes vî tiştî bizanibe."

Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê di roja 11’an de didome. QSD ji Girê Spî heta Serêkaniyê li hemberî dagirkeran xwe diparêze.

Şervanê QSD’ê yê li eniya Ebû Sira Şervan Zana diyar kir ku ji saeta ku agirbest hatiye îlankirin û heta niha, balefirên şer û keşfê digerin. Zana diyar kir ku li hin cihan êrîşî çeperên wan tê kirin. Zana got ku “Agirbest tiştekî sembolîk e. Ji saeta ku agirbest hatiye îlankirin û heta niha êrîşên li ser me didome. Tiştên tên gotin em li gorî wê tevdigerin lê ew amadekariyê dikin. Li herêmê balefirên şer û yên keşfê digerin. Bi obusan li qadên me dixin. Ew xwe ji êrîşeke mezin re amade dikin, divê gelê me bizanibe ku em ê li hemberî êrîşan gelê xwe biparêzin.”