Jinên Hesekî: Em ji bo rûmet û xaka xwe li ber xwe didin

Jinên Hesekê diyar kirin, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk wê ji bo parastina rûmet û xaka xwe li ber xwe bidin.

Jinên ji Hesekê ku deriyê mala xwe li şêniyên Serêkaniyê vekirine, ji bo birîndaran û şehîdan ji qada şer derxînin ketin nava hewldanên mezin.

'MIROV CAREKÊ Û BI RÛMETÎ DIJÎN'

Zekiya Mihemmed a ku keçeke wê li Serêkaniyê li eniya berxwedanê ye û ew bi xwe jî bû mertala zindî got, "Endama PYD'ê me û di heman demê de endama Saziya HPC-Jinê me. Em ne hewcedarê kesî ne, eger em bibin yek em têra xwe dikin. Her roj derdikevin dibêjin, 'Kurd û Apoyî neman', hemû derew in. Em hene, ne mîna berê ne, em hîn bêhtir kar dikin û hîn bêhtir bi ser dikevin. Her zor û zehmetiya derdikeve pêşiya me me hîn bêhtir xurt dike. Em bi berpirsyariya xwe tevdigerin. Bila Erdogan zanibe ku em natirsin. Ez 59 salî me, çeka min li ser milê min ez li her deverê me. Natirsim û keça min jî tevî ku birîndare li Serêkaniyê li eniya şer li ber xwe dide. Dema ku em weke mertalên zindî çûn Serêkaniyê balafirên şer dema ku bombe li me barandin me kirin tilîlî û dirûşm qîriyan. Mirov carekê dimire, dema mirov mir qet nebe bi şeref be, ji bo welatê xwe be. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin. Dem dema berxwedanê ye, dema namûs û şerefê ye. Eger mirov bêşeref û bênamûs bijî bila qet nejî... Her kesên li çiyê û eniyê li ber xwe didin silav dikim."

NECAH A HPC'Î: EM Ê DEST JI XAKA XWE BERNEDIN

Endama Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-Jin) Necah a Suryanî got, "Armanca me parastina xaka me li dijî êrîşane. Di navbera me gelan de ti cudahî nîne. Tevî yekîneyên xwe yên SOTORO em bi hev re xaka xwe diparêzin.

Armanca Erdogan ew e ku gelan li dijî hev bide şerkirin. Dixwaze di navbera me de şer derxîne. Em vê naxwazin û em dixwazin jiyaneke hevpar parve bikin. Ji bo gelê me yê ku ji ber êrîşan neçar man ku koç bikin ez gelekî diêşim. Di nava wan de ji jinên ducanî heta zarokan û extiyarên nikarin şer bikin her kes hebûn. Em ê dest ji xaka xwe bernedin. Hin ji me nikaribin li eniyê şer bikin jî kolana xwe diparêze û em amade ne ku di vê oxirê de canê xwe feda bikin. Em ê xaka xwe ji kesî re nehêlin. Xwedê hêzên me hemûyan biparêze."

ŞERÎF: ARMANCA WAN TINEKIRINA HÊZA JINÊ YE

Mirved Omer Şerîf mamosteyeke ciwane ku dema DAÎŞ'ê êrîşî Dêra Zorê kir neçar ma koçî Hesekê bike. Şerîf diyar kir ku armanca êrîşên heyî tinekirina hêza jinê ye û got, "Ji ber şert û mercên şer perwerde niha rawestiya ye. Pêknehatina perwerdeyê pirsgirêkeke, em dixwazin tevî vê yekê jî perwerdeya xwe bidomînin. Em ne ji dewleta Tirk ne jî ji leşkerên wan ditirsin.

Dewleta Tirk dixwaze di navbera gelên herêmê, di navbera Kurdan, Ereb, Suryan û miletên din de şer derxîne. Divê em nekevin vê xefikê û bibin yek. Niha tê dîtin ku armanca wan ew e ku li girtîgehên DAÎŞ'î lê ne bixin û bi vî rengî bikin ku terorîstên DAÎŞ'ê birevin. DAÎŞ'iyên ku serbest bibin wê ji bo gelên herêmê û dinyayê gefeke mezin bin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê divê em bibin yek û xaka xwe biparêzin. Ji xwe ew hêz bi giranî jinan dikin hedef. Dixwazin hêza jinê ji holê bê rakirin. Kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyan ve nîşaneya vê yekê ye. Divê jin û gelên me li dijî vê yekê bibin yek û li dijî êrîşan rawestin."