Şehîdê YPG’ê Hesûn hate bibîranîn

Li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê şehîdê YPG’ê Mihemed Hesûn hate bibîranîn. Di çalakiyê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin.

Li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê şehîdê YPG’ê Mihemed Hesûn hate bibîranîn ê ku li Serêkaniyê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûbû.

Di bibîranînê de Zozan Rojava şehîdên Berxwedana Rûmetê silav kir û gotku “Erdogan û dagirker bi ser neketine. Wekî Efrînê nebû, hemû dinya dizane ku Erdogan qatîl e.”

Birayê şehîd, Ahmet Hesûn jî got ku “Birayê min ji bo Rojava divê şer bikira. Hevalên li gel wî jî şehîd bû. Êşa me giran e lê em ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin.”

Xaltîka şehîd jî got ku “Ji vê malbatê 5 kesan di nav berxwedanê de cih girtin. 2 jê şehîd bûn û 3 kes jî hê jî li Rojava berxwedana xwe didomînin. Bila serê gelê me sax be.”