6 şehîdên QSD’ê hatin veşartin

6 şervanên QSD’ê yên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn li Dêrikê hatin veşartin.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê ku li Serêkaniyê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Xebat spartin axê.

Şêniyên herêma Dêrik û navçeyên wê berê xwe da nexweşxaneya Hogir da ku cenazeyên şehîdên bi navên Aytac Ozer(Serdar Feraşîn), Murad Şakir (Bahoz Serhed), Husên Solmaz (Canşêr Torî), Elî Ferat Arzo (Mûnzûr Amed), Fîdad Yaşilkaya (Gelhat Serhed) û Mihemed Mihemed (Aydil Dêrik) ku di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê de şehîd bûbûn, werbigirin.

Piştî şêniyan cenaze ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin, bi karwaneke girse ji dehan erebe berê xwe da Goristana Şehîd Xebat.

Li goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubêd axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan kir xwest û wiha domand: "Em gav ji projeya demokratîk a bi nûnertiya felsefeya neteweya demokratîk ku yekitiya gelên herêmê û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye, paş ve navêjin. Tu bijarte ji bilî berxwedan, bilindkirina têkoşîn û sekna li gel QSD’ê li dijî faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê tune ye."

Piştî axaftina Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû, wesîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Di dawiya merasîmê de, 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin