Li Serêkaniyê di êrîşan de 22 jê zarok 235 sivîl şehîd bûn

Hevserokê Komîteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mûstafa diyar kir ku di 5 rojan de li Serêkaniyê 22 jê zarok, 235 sivîl şehîd bûne û 677 sivîl jî birîndar bûne.

Hevserokê Komîteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mûstafa û li ser navê Komîteya Alîkariya Civakî ya Herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm derbarê êrîşên dewleta Tirk civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ciwan Mûstafa got ku “Serêkaniyê 5 roj in dora wê hatiye girtin. Li nexweşxaneya bajêr gelek birîndar hene û di bin kavilan de jî cenazetê gleek şehîdan hene.

Li bajêr 22 jê zarok 235 sivîl şehîd bûne û 677 sivîl jî birîndar bûne.”

Xalid Îbrahîm jî got ku “Krîzeke mirovî li pêş me ye. Li gundên li ser sînor hê jî 300 hezar kes li malên xwe ne. Li 42 dibistanên li Hesekê sivîl hene.

Di 9’ê Cotmehê de ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li îstasyona avê ya li Elokê dane, ava bajarê Hesekê hatiye qutkirin.”