Rewşenbîrên Efrînê daxwaza yekbûna Kurdan kirin
Rewşenbîrên Efrînê bang li Kurdan kirin, ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin yek.
Rewşenbîrên Efrînê bang li Kurdan kirin, ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin yek.
Bi tevlîbûna gelê Efrînê yê ku di Kampa Serdem de bi cih bûne û endamên meclîsa Kampa Serdem, yekîtiya rewşenbîrên Efrînê daxuyanî heta xwendin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kurd di qonaxeke dîrokî de ne û hate destnîşankirin, ku ji bilî berxwedanê û şopandina rêya şehîdan rêyek li pêşiya wan nemaye.
Rewşenbîran diyar kirin ku êrîşên di vê demê de tên kirin ji bo Kurdan şerê hebûn û tinebûnê ye û gotin, "Efrîn, Şengal, Kerkûk, Cizîr li ber çavane, lewma em rewşenbîrên Efrînê bang li tevahiya tevgerên Kurd û rewşenbîran dikin;
Kurdino, Kurdên çar perçeyên Kurdistan û tevahî cîhanê, xwîna şehîdan, sitrên dayîkan, qêrînên zarokan, amanetek û berpirsyartiyeke wijdanî û dîrokî ye, ji bo wan jî, em bibin yek dest, yek deng, yek helwest, ji hovîtiya dijimin re em bibin bersiv. Nakokiyên xwe em bidin alîkî, axa Kurdistana pîroz bi zihniyeta tekekesî neşewtînin. Ev dem dema Kongraya Neteweyî ye, roja yekbînê ye, her kes ji bo vê bixebite, bila pênûsên Kurdî, bi rihê yekbûnê, dîrokê binivisînin."