'Heta ku dewleta Tirk ji xaka me derkeve wê berxwedan bidome'

Endamê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şîrîn got armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku kaosê kûr bike û xaka  Sûriyê tevî nav xaka xwe bike.

Endamê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şîrîn got dewleta Tirk bi êrîşa li ser herêmên ewle yên Bakur û Rohhilatê Sûriyê dixwaze krîza li Sûriyê girantir bike.

Şîrîn got, ''Ji destpêka krîza Sûriyê û vir ve dewleta Tirk ji bo ku vê krîzê grantir bike tim hewl da. Bi vî rengî hin herêmên Sûriyê dagir kir. Dewleta Tirk ji ser sînorên Idlibê heta bi sînorê Iraqê destek da komên çete yên radîkal û kir ku krîza Sûriyê girantir bibe, xaka Sûriyê dagir bike û talan bike.''

Şîrîn got dewleta Tir bi navê ''ewlehiya sînor'' komên çete yên bi navê cuda êrîşê tîne ser herêmên ewle.

Şîrîn li ser dagirkeriya Tirk got, ''Dewleta Tirk bi van êrîşên dagirkeriyê her cure sûcê mirovahiyê dike. Ev jî dbe sedema kaosan. Dibe sedema koçkirina bi sed hezaran mirov. Sûcê mirovahiyê ku çeteyên dewleta Tirk dike ji hêla her kesî ve tê dîtin.''

'EWLEHIYA SÎNOR A DEWLETA TIRK JI BO DAGIRKIRINÊ HÊNCET E'

Şîrîn diyar kir dewleta Tirk hemû qanûnên şer binpê dike û wiha êrîşê tîne û xwest ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk helwesteke hevpar derkeve. Şîrîn got, ''Rêveberiya Xweser û QSD'ê peymana herêma ewle ya di navbeyna dewleta Tirk û Emerîkayê de qebûl kir. Derkete holê ku armanca dewleta Tirk ne ewlehiya sînor e. Tekane armanca deweta Tirk dagirkirina vê herêmê, hilweşandina pergala demokratîk a li vê herêmê û girankirina krîza li Sûriyê ye.''

Şîrîn got dewleta Tirk ji bo ku beşek ji xaka Sûriyê tevlî nav xwe bike ev êrîş anîne û got, dewleta Tirk dema ku ev êrîş anî hesab dikir ku di nav 48 saetan de herêma bi 32 kîlometreyan dagir bike lê weke ku her kesî dîtî 11 roj derbas bûn û hê jî êrîşên Tirkan ên li ser sînor didomin.

Şîrîn got li gorî peymana di navbeyna dewleta Tirk û Emerîkayê de diviya dewleta Tirk û çeteyên wan vekişîna ser sînorên xwe û got, ''Em ti caran van çeteyên ku gelê herêmê dikuje, talan dike û ji herêmên din anîne qebûl nakin. Hetta ku dewleta  Tirk hêzên xwe û van çeteyan bi temamî ji ser xaka me nekişîne, em ê têkoşîna xwe ya leşkerî, siyasî û civakî bidomînin.''

Divê ev rastî baş were dîtin, dewleta Tirk ji ber ku li bara berxwedana gelê me û şervanên QSD'ê begav ma agirbest ragihand. Her kesî dît, bi hemû çekan bi barbarî gelê me hate bombekirin. Çekên ku li gorî hiqûqa şer qedexe ne hatin şixulandin. Ne tenê li dijî hêza leşkerî, her wiha ev çekên qedexe li dijî sivîlan jî hatin şixulandin. Dewleta Tirk qanûnên navnetewî yên şer binpê kir. Dewleta Tirk û çeteyên wan ji niha ve li talana malê gel didin.

Ji ber vê gelê me û hemû gelên Sûriyê heta ku dewleta Tirk û çeteyên wan vekişin, divê berxwedanê bidomînin. Her wiha raya giştî ya navnetewî, sazî û hemû gelên cîhanê ji bo ku hesabê sûcê mirovahiyê yên dewleta Tirk yên li Bakur Rojhilatê Sûriyê bipirsin divê xwedî helwest be. Em gel û rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê em dibêjin divê dewleta Tirk ji ser sînorê me vekişe û hesabê sûcê mirovahiyê bide.''