Hêja Serxwebûn: Agirbest nîne, êrîşên xwe didomînin

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe didomîne. Şervana YPJ'ê Hêja Serxwebûn got, "Agirbest nîne. Êrîşên xwe didomînin, lê nikarin bi berxwedana me."

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12 roj in didomin. Berxwedana Rûmetê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û şêniyên Sûriyeyê li Rojhilata Navîn û dinyayê deng veda.

Tevî ku qala 'agirbestê' tê kirin jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî gel û şervanên QSD'ê didomînin.

ÊRÎŞA LI DIJÎ SIVÎLAN Û QSD'Ê

Çeteyan doh li gundê Qizelî yê ser bi Girê Spî êrîşî sivîlan û şervanên QSD'ê kirin. Êrîş bi balafirên şer û obusan hate kirin. Ji ber êrîşan 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn û 6 şervan jî birîndar bûn. Her wiha sivîl jî hatin qetilkirin. Ji şervanên YPJ'ê Hêja Serxwebûn ku di êrîşê de birîndar bû qala êrîşê kir.

SERXWEBÛN: NEKARÎN BERXWEDANA ME TÊK BIBIN

Serxwebûn diyar kir ku di pratîkê de agirbest nîne û anî ziman ku şevekê bi birîndarî di nava dorpêçiyê de bû û got, "Tiştekî weke agirbestê nîne. Êrîşî me dikin. Hem balafirên şer hem jî balafirên keşfê bi kar tînin. Me êrîşên wan têk birin, lê belê di bin navê agirbestê de hîn jî êrîşî me dikin. Tevî vê yekê jî nekarîn berxwedana me têk bibin."