Ambûlans gihiştin birîndarên li Serêkaniyê

Tîmên Heyva Sor a Kurd û ya Xaça Sor ligel hemû dijwarî û bomberdûmana dewleta Tirk xwe gihandin nexweşxaneya Serêkaniyê.

Tîmên Heyva Sor a Kurd û ya Xaça Sor ligel hemû dijwarî û bomberdûmana dewleta Tirk xwe gihandin nexweşxaneya Serêkaniyê.

Ligel êrîşên dewleta Tirk û ya çeteyên wê, Heyva Sor a Kurd kete bajêr. Heyva Sor a Kurd ji gel xwest ku têkoşîna xwe geş bike, berê xwe bide Til Temir û ji bo ku birîndar ji Serêkaniyê werin derxistin piştgiriya xwe bidomînin.

Ambûlansên ku ketin bajêr, tê payîn ku birîndarên li herêmê derxînin.