ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Xelîl: Têkoşîna me wê di sala 2020'î de bênavber dewam bike
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl bûyerên di sala 2019'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn nirxand û got, "Berxwedan û têkoşîna me wê di sala 2020'î de jî bênavber dewam bike." -
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî 20 sivîl revandin
Leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên wê li gundên Salhiye û Zêdî yên navçeya Silûk ya Girê Spî bi ser malan de girtin û herî kêm 20 sivîl revandin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Şerayê dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike. -
Gelê Silûkê li dijî dagirkeran daket qadan
Şêniyên navçeya Silûkê ya Girê Spî li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daketin qadan. -
Li Dêra Zorê teqîn: 3 zarok û jinek mirin
Li bajarokê Ebû Hemam yê ku dikeve rojavayê Dêra Zorê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk hat. Di teqînê de 3 jê zarok 4 kes mirin. -
HRE: Di çalakiyên sabotajê de 7 çete birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrinê (HRE) ragihand ku di çalakiyên sabotajê yên hêzên wan de 7 çete birîndar bûne. -
Dagirkeran êrîş bire ser gundên Til Temirê
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş birin ser gund Um El Xêr a Til Temirê. -
PYD bi rewşenbîr û rûspiyên Ereban re civiya
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen ê bi rewşenbîr û rûstpiyên Ereb re civiya, diyar kir ku divê her diyalogek MSD û Rêveberiya Xweser pêk bê. -
Dewleta Tirk gundên Efrînê bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker gundên navçeyên Şêrawa û Şerayê yên Efrînê bombe kir. -
QSD’ê hucreyeke veşartî ya DAÎŞ’ê girt
Tîmên Operasyona Taybet yên QSD’ê di encama operasyoneke taybet de hucreyeke veşarî ya DAÎŞ’ê girt, vê hucreyê xwe hazir dikir sersalê êrîşê bîne. -
‘Rojava hunera berxwedanê ye’
Helbestkarê ji Nîjeryayê Hawad diyar kir ku gelê Kurd û gelê Tûareg ê Berberî dişibin hev. Helbestkar Anasatassîa Polîtî jî ji bo Rojava helbestek nivîsand. -
Fermandarên YPJ'ê: Em xwe ji bo demeke nû ya têkoşînê amade dikin
Fermanarên YPJ’ê Rojda Şiyar û Solîn Kobanê derbarê têkoşîna YPJ’ê ya sala 2019’an axivîn û gotin, ew di sala nû de xwe ji bo demeke nû ya têkoşînê amade dikin. -
Atta: Ji Erdogan tê ku careke din çeka kîmyewî bi kar bîne
Lêkolîner Ahmet Atta diyar kir ku bi fermana Erdogan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeka kîmyewî hate bikaranîn û got, "Erdogan pland ike ku çeteyên xwe derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Jê tê ku careke din çeka kîmyewî bi kar bîne." -
Hêviya çareseriyê ya ji bo Sûriyeyê ji sala bê re ma
Bûyerên siyasî, leşkerî û dîplomatîk ên di sala 2019'an de li Sûriyeyê qewimîn, berfirehbûna destwerdana hêzên navneteweyî û herêmî û israra rejîmê ya di sîstema berê de nîşan didin, ku çareseriya siyasî hîn dûr e. -
Şehîd Ebdulhafiz li Şedadê veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhafiz Hemîd li Şedadê li Goristana Deşîş bi merasîmekê veşartin. -
Li Hesekê cenazeyê sê şehîdan hate veşartin
Welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD’ê Alan Derwîş(Hogir Hesekê), Necdet Hemade(Adil Şervan) û Casim El-Iwêd(Besêl Hesekê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê veşartin. -
Nasnameya 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerekirin
QSD’ê nasnameya 8 şehîdên Berxwedana Serdemê yên di navbera 11-23’ê Mijdarê de li Girê Spî û Serêkaniyê şehîd bûne eşkere kir. -
QSD: Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encamên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dur ojên dawî eşkere kir. QSD’ê ragihand ku êrîşên dagirkeriyê didomin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundê Erîda bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Erîda yê Girê Spî bombe dike. -
Li ser rêya M4'ê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Dewleta Tirk a dagirker ya ku êrîşî rêya M4 û gundên Eyn Îsayê kir, rastî berxwedana QSD’ê hat. Di şeran de wesayîtek zirxî ya artêşa Tirk hate îmhakirin û 3 leşkerên Tirk jî hatin kuştin. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Yasîn hate veşartin
Welatiyên Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mihemed Yasîn (Behrî Reqa) bi merasîmekê li goristanê veşartin. -
Li Eyn Îsayê di navbera çeteyên Tirk û rejîma Şamê de şer qewimî
Li nêzî Eyn Îsayê di navbera komên çete yên dewleta Tirk a dagirker û hêzên rejîma Sûriyeyê de şer derket. -
Dagirkeran derb li perwerdeyê xistin
Yek ji hedefên bingehîn ên êrişên dagirker ên dewleta Tirk perwerde ye. Ji ber êrişan 810 dibistan hatin girtin û 86 hezar xwendekar bêperwerde man. -
'Di sala 2020'an de wê rêxistinbûna xurt a jinan dagirkeriyê têk bibe'
Endama Meclîsa leşkerî ya Dêra Zorê û Fermandara YPJ’ê Lîwa Ebdullah sala 2019'an nirxand û destnîşan kir ku bi rêxistinbûna xurt a jinan wê di sala 2020'î de dagirkerî têk biçe. -
Êrişên dagirkeriyê yên li dijî gundên Efrîn û Girê Spî
Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî êrişên li dijî gundên Bîrketik û Kopirlik ên Girê Spî êrişî gundê Selîbê dikin. Bombardûmaneke giran jî li gundên Merenaz û El Qamiyê yê navçeya Şera ya Efrînê dikin.