Li ser rêya M4'ê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Dewleta Tirk a dagirker ya ku êrîşî rêya M4 û gundên Eyn Îsayê kir, rastî berxwedana QSD’ê hat. Di şeran de wesayîtek zirxî ya artêşa Tirk hate îmhakirin û 3 leşkerên Tirk jî hatin kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker ya ku êrîşî rêya M4 û gundên Eyn Îsayê kir, rastî berxwedana QSD’ê hat. Di şeran de wesayîtek zirxî ya artêşa Tirk hate îmhakirin û 3 leşkerên Tirk jî hatin kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî rêya M4 û benda leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyeyê ya li gundê Bîr Îsa ya 20 kîlometreyan li rojhilatê Eyn Îsayê kir. Di êrîşê de 3 wesayîtên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê hatin îmhakirin û gelek leşkerên Sûriyeyê jî hatin kuştin.
Şervanên QSD’ê jî li dagirkeran dan ên ku êrîşî rêya M4 û gundê Fatsa yê Eyn Îsayê kirine. Di van şeran de wesayîta zirxî ya artêşa Tirk hate îmhakirin û 3 leşkerên Tirk jî hatin kuştin.