Xelîl: Têkoşîna me wê di sala 2020'î de bênavber dewam bike

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl bûyerên di sala 2019'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn nirxand û got, "Berxwedan û têkoşîna me wê di sala 2020'î de jî bênavber dewam bike."

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl rewşa siyasî, leşkerî, dîplomatîk û civakî ya sala 2019'an a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Xelîl anî ziman ku sala 2019'an ji bo têkoşîna demokratîk a li Kurdistanê û Sûriyeyê saleke gelekî girîng bû û destnîşan kir, ku di nava vê salê de eşkere bû ku di serî de dewleta Tirk hêzên dagirker hemû bi çi rengî dixwazin destketiyên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rakin.

Xelîl ragihand, ku di heman demê de ji bo parastina destketiyan û danasîna van destketiyan û rastiya şoreşa demokratîk ji raya giştî ya navneteweyî re pêvajoyeke gelekî girîng bû.

DI SALA 2019'AN DE BERXWEDANEKE BÊHEMPA HATE KIRIN

Xelîl anî ziman, ji aliyê civakî û rêxistinî ve ji bo civak bigihêje asta zîhniyeta rêxistinî û demokratîk kar hatin kirin û got, "Yanî sala 2019'an bû saleke têkoşîn û berxwedana demokratîk û encamên mezin ên vê têkoşînê. Çawa li Baxozê bidawîbûna DAÎŞ'ê hate ragihandin, di heman demê de ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê jî kar hatin kirin. Di sala 2019'an de bi nûnerên civaka navneteweyî û hêzên demokratîk re karê dîplomatîk hatin kirin û ji bo danasîna rastiya Şoreşa Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saleke girîng bû."

Xelîl anî ziman ku sala 2019'an bi bernameyeke tijî û bûyerên girîng derbas bû û got, "Di dawiya sala 2019'an de xwestin ku herêmên hatin rizgarkirin û sîstema demokratîk lê hate avakirin hemûyan dagir bikin. Li dijî herêma me êriş hatin kirinn. Ji aliyê leşkerî, civakî, siyasî û rêxistinî ve berxwedaneke bêhempa li dijî êrişan hate nîşandan. Bi vê berxwedanê êriş û planên dagirkeran û alîgirên wan hatin têkbirin. Weke ku xwestin, weke ku plankirin nebû. Yanî mirov dikarin bêjin ku bûyerên di sala 2019'an de qewimîn bi salek beriya wê ve girêdayî bûn. Ev pêvajo hîn bi dawî nebûye û wê di sala 2020'î de jî dewam bike."

TÊKILIYÊN BI DEWLETAN RE

Xelîl bal kişand ser têkiliyên dîplomatîk jî û destnîşan kir, Kurd û gelên herêmê yekemcar di dîroka xwe de di vê astê de têkiliyan datînin û got, "Yanî di pêvajoya şoreşê de sîstema ku nûnertiya civakê dike gihîşt heta astekê. Beriya niha nehatiye dîtin ku di vê astê de li nava civaka navneteweyî bûye xwedî rol û bandor. Di dîrokê de yekemcar ev yek pêk hat. Nasnameya sala 2019'an diyarker bû.

Mînak, dema ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî me dest pê kirin civakên li derdora me û biyanî, parêzvanên mafên mirovan, aştî û azadiyê hemû li gel me cihê xwe girtin û li ber êrişên dagirkeriyê rabûn. Ev yek ji ber xwe ve nebûn. Eger beriya wê kar nehatibûya kirin, beriya wê rastiya me nehatibûya vegotin wê helwestek alîgiriya me nîşan nedabûna.

Di heman demê de bandora têkiliyên fermî yên sîstemê jî heye. Yanî têkiliya ku bi dewletan re hatiye danîn nabe ku ji nedîtî ve bên. Ev dewlet (dewletên xwedî bandoreke xurt in) di nava biryarên navneteweyî de dewletên sereke ne. Bi van dewletan re jî hevdîtin hatin kirin. Tevî ku ne li gorî sîstemê, dagirkeran jî bûn hin rastî ji wan re hatin nîşandan. Dewletên hegemonîk ên li tevahiya herêmê bi bandor in jî neçar man ku bi nûnerên şoreşa me re hevdîtinan bikin, têkiliyan deynin. Her wiha navendên biryardanê yên li dijî mafên gelan jî ji bo têkiliyan deynin gelek caran neçar man ku biryarê bidin.

Nûnerên gelên herêmê û şoreşa me ya demokratîk çûn van navendan û nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman. Ev hemû encama têkiliyan bûn. Di van têkiliyan de me ti carî li gorî hesabê aliyên din danûstandin nekirin. Yan jî di berdêla aliyekî de me bi aliyekî din re hevdîtin nekir. Em her tim li ser xeta sêyemîn man. Bi her kesî re têkilî hate danîn."

BI HÊZ Û BIRYARDARIYA GEL WÊ EFRÎN RIZGAR BIBE

Xelîl bal kişand ser dagirkirina Efrînê û got, "Gelê me yê Efrînê di sala 2019'an de berxwedaneke bêhempa nîşan da. Gelê Efrînê heta niha ji Efrînê dûr neketiye û ji bo ji raya giştî ya navneteweyî re bêje 'binerin, ez li derveyî bajarê xwe me, bajarê min dagirkirî ye û ez vê dagirkeriyê qebûl nakim' li ser sînorê Efrînê li binê konan in.

Ev helwesta gel dike ku hebûna Efrînê bikeve rojeva tevahiya dinyayê. Di heman demê de berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) heta niha dewam dike ku ji jin û mêrên Efrînê pêk tên. Rojane çalakiyên leşkerî dikin. Di hevdîtinên dîplomatîk hemûyan de mijara sereke Efrîn bû."

Xelîl destnîşan kir ku ew bawer in bi hêz, biryardarî û israra xurt a gel wê Efrîn rizgar bibe.

'EM DAGIRKERIYÊ QEBÛL NAKIN, BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA ME DEWAM DIKE'

Aldar Xelîl êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî jî nirxand û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina van her du bajaran e. Xelîl got, "Niha jî dixwazin vê plana xwe dewam bike. Bi rengekî eşkere plana xwe got. Li New Yorkê di civîna Neteweyên Yekbûyî de Erdogan neşxeya Sûriyeyê nîşanî her kesî da. Ji Cerablûsê heta Dêrikê xetek işaret kir. Gotibû, 'Ez ê vê herêmê bi temamî werbigirim'. Her kesî jî pejirand. Lê belê nikare temamiya van planên xwe pêk bîne. Erdogan û Trûmp li pêşberî vê berxwedanê neçar man ku 'agirbest'ê ragihînin.

Di serî de gelê me yê Kurdistanê û gelên dinyayê her kes li ber vê rewşê rabûn. Çar parçeyên Kurdistanê bûn yek. Yekîtiyek afirî. Ne tenê gelê Kurd, gelên li Kurdistanê hemû tevlî vê berxwedanê bûn."

Xelîl destnîşan kir ku bi vê yekê re rastiya neteweya demokratîk derkete holê û got, gelê Ereb tevî Kurd û Suryaniyan tevlî vê berxwedanê bû.

Xelîl got, "Ji Dêra Zor, Şedadê û Reqayê ciwan li otobusan siwar bûn û berê xwe dan Serêkaniyê û Girê Spî û tevlî şer bûn. Ev yek nîşan dide ku projeya Neteweya Demokratîk gihîştiye armanca xwe."

Xelîl bi bîr xist ku di heman demê de li derve jî (Kurdistan û derveyî Kurdistanê) çalakî pêk hatin û got, "Ji bo çalakiyên li Ewropayê heta niha tenê Kurd tevlî dibûn. Lê belê vê carê gelên li her welatî tevlî çalakiyan bûn."

Xelîl ragihand, ku dewleta Tirk a dagirker her çend li qadeke cografî bi pêş ve çû be jî berxwedan dewam dike û got, "Berxwedana me dewam dike. Em herêma xwe diparêzin. Em qebûl nakin ku bi pêş ve biçin. Em dagirkeriyê qebûl nakin. Şertê me yê esasî ew e ku dagirker li welatê me nemînin. Ji Bab, Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirker ji xaka me derkevin. Têkoşîn û berxwedana me ya di vê çarçoveyê de dewam dike."