Li Eyn Îsayê di navbera çeteyên Tirk û rejîma Şamê de şer qewimî

Li nêzî Eyn Îsayê di navbera komên çete yên dewleta Tirk a dagirker û hêzên rejîma Sûriyeyê de şer derket.

Dewleta Tirk a dagirker ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li gundê Heşlûm yê 30 kîlometre dikeve rojhilatê Eyn Îsayê di navbera hêzên rejîma Sûriye û çeteyên Enqerê de şer derket. Hate ragihandin ku di şer de çekên giran tên bikaranîn. Têkildarî şerê li herêmê agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk parelel bi êrîşan re gundê Fatsa yê 15 kîlometre dikeve rojhilatê Eyn Îsa û li nêzî depoyên genim a Şergîrak e topbaran kir.