Fermandarên YPJ'ê: Em xwe ji bo demeke nû ya têkoşînê amade dikin
Fermanarên YPJ’ê Rojda Şiyar û Solîn Kobanê derbarê têkoşîna YPJ’ê ya sala 2019’an axivîn û gotin, ew di sala nû de xwe ji bo demeke nû ya têkoşînê amade dikin.
Fermanarên YPJ’ê Rojda Şiyar û Solîn Kobanê derbarê têkoşîna YPJ’ê ya sala 2019’an axivîn û gotin, ew di sala nû de xwe ji bo demeke nû ya têkoşînê amade dikin.
Fermandara Herêma Cizîrê ya YPJ’ê û Fermandara Alaya Xweser a Herêma Cizîrê Solîn Kobanê 2019’an nirxandin, diyar kirin 2019 berxwedaniyeke mezin dane, 2019 mohra xwe li ser dîrokê daye û ji bo 2020’an jî ew xwe ji têkoşînê re hazir dikin.
Fermandara Herêma Cizîrê ya YPJ’ê Rojda Şiyar sala 2019’an saleke bi berxwedanê tije bû, bi serkeftinan sala 2019’an mohra xwe li dîrokê daye,bal kişande ser serkeftina li Dêrazorê ya ku dawî li DAÎŞ’ê anî û got,’’Vê serkeftinê mohra xwe li şoreşa gelan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê daye.
‘EV SAL SALA BERXWEDAN, RÛMET Û ŞEREFÊ BÛ’
Şiyar got sala 2019’an bi şer û berxwedanê derbas bûye û vîneke mezin hatin nişandan. Şiyar got, ,’’Tinekirina DAÎŞ’ê ji her alî ve li jiyanê daye û bandora xwe li seranserê cihanê û Rojhilata Navîn kiriye. Tinebûna DAÎŞ’ê li nav tevahiya civaka ku dixwest DAÎŞ tine bibe, bûye sedema kêfxweşiyeke mezin. Jinên Êzîdî, jinên Ereb ku ji hêla DAÎŞ’ê ve dîl hatibûn girtin, hatine rizgarkirin. Ev jî bi berxwedanî û keda hevalên şehîd bû.’’
Fermandara Rojda Şiyar wiha berdewam kir: ‘’Ev sal sala berxwedanî, rûmet û şerefe bû. Di heman demê de ji bo tevahî gelan bû saleke hêviyê. Têkoşîn û berxwedaniya hêzên me YPJ’ê jî hişt ku YPJ ji tevahî cîhanê re bibe model. Di vê salê de gelek jinên ji cihên cûda hatin gel hev û têkoşîna xwe dan domandin. Vê yekbûnê hişt ku YPJ'ê hîn zêdetir deng bide. Ne tenê li Rojava, li tevahî cîhanê bandorek çêkir. Bêguman bingeha vê sekna bihêz, bi rêhevalên me yên şehîd e.’’
Fermandara Alaya Xweser a Herêma Cizîrê Solîn Kobanê jî got, sala 2019’an gelek jin tevlî nav refên YPJ’ê bûne, ev her roj di nav çeperên şer de jî tê dîtin û ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê û heta bi Rojhilata Navîn gelek jin di nav YPJ’ê de hene. Kobanê got, ‘’Her kes hay jê heye ku xilasbûna ji pergala desthilatdariyê bi têkoşîna YPJ’ê pêkan e.’’
Solîn Kobanê got,’’YPJ li dijî hişmendiya zilam serwer derket û ev hişmendî bi xilaskirina DAÎŞ’ê rawestand. Ji herêma Cizîrê gelek jin di nav YPJ’ê de ne. Gelek jinên ji netewe û baweriyên cuda bi têkoşîna YPJ’ê dengê xwe li cîhanê berbelav kirin. Heke rêxistiniyeke xurt ya jinan nebûna, gelek jinên ku tevlî YPJ’ê dibin, belkî xwe li YPJ’ê negirtana. Lê bi xwerêxistiniya me, em di hemû qadên jiyanê de, li çeperên şer jî rêxistiniya xwe dikin û gavên mezin davêjin.’’
YPJ JI BO JINÊN EREB BÛ RONKAHIYA AZADIYÊ
Fermandara YPJ’ê Rojda Şiyar wiha berdewamî da axaftina xwe: ‘’Bi rizgarkirina herêmên Ereb re bandoreke mezin li nav gelan û baweriyan çêbû. YPJ’ê bandoreke mezin li ser jinên Ereb kir. Ji ber ku li nav civaka Ereb DAÎŞ’ê bandoreke zêde kiribû, zexteke mezin li ser jinan, ciwan û civaka Ereb kiribû. Têkoşîn û berxwedana YPJ’ê li nav civakê fikra ku jin jî xwedî vînekê ye, xwedî baweriyekê ye, dikare çeke rake, li ber xwe bide çêkir. YPJ ji bo civaka Ereb bû ronkahiya azadiyê. Ji bo vê jî mirov dikare bibêje ku ev şoreş bû şoreşa bihara gelan. Niha jî jinên Ereb, ji neteweyên cuda jin tên û tevlî nav YPJ’ê dibin.’’
‘DAGIRKERIYA TIRK WÊ NIKARIBE PÊŞÎ LI BERXWEDANA ME BIGIRE’
Fermandar Solîn Kobanê derbarê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan, şehîdbûna Hevseroka Partiya Pêşverojê Hevrîn Xelef û şervanên YPJ’ê Amara Rênas û Çîçîke Kobanê de jî got, dewleta Tirk êrîşên giran û hovane bi ser wan de anîne, armanca ji vê êrîşê ew e ku di şexsê jinê de êrîşê tînin ser gelê Kurd û hemû gelan. Kobanê got,‘’Bi hemû hewildan û çekên xwe êriş anîn lê li dijî van êrîşan bi Berxwedana Rûmetê bersiv hate dayin.. Her roj di çeperan de ev rastî derdiket holê. Her kesekî jî ev rastî şopand. Ne cara yekem bû ku YPJ’ê sekeneke bi vî rengî nîşan dida. Lê li Serêkaniyê ev pir zêdetir hate dîtin. Heta roja dawî jî em bi xwe jî û hevalên li kêleka me jî bi moraleke mezin me li ber xwe da. Rihê fedaî di kesayeta tevahî hevalên me de jî hebû. Di heman demê de ev berxwedanî bi dijmin re jî şikandineke mezin çêkir. Li herêmê yekbûna gelan çêbûye. Gelê Asûr, Suryan, Çerkez, Kurd û Ereb tevahî di nava hev de dijîn. Dewleta Tirk yekbûna gelan tehemûl nekir. Heta roja îro jî berxwedaniya me berdewam e. Êrişên wan hêrsa me hîn zêdetir bilind dike û zêde dike. Berxwedaniya me bûye weke rêyekê em ê jî di vê riyê de bimeşin. Li Serêkaniyê fermandarên me jî bûn fedaî û şervanên YPJ’ê jî şopdarên wan fedayiyan in. Dagirkeriya Tirk wê nikaribe pêşiya berxwedaniya me bigre. YPJ’ê çawa ku DAÎŞ xilas kiribe em ê bikaribin dagirkeriya Tirk û çeteyên wan jî têk bibin.
‘ÊRÎŞ NE TENÊ LEŞKERÎ NE, ÊRÎŞ LI SER ÇAND, NASNAME Û BAWERIYÊ NE JÎ’
Fermandar Rojda Şiyar jî got,‘’Ev êrişên ku hatin kirin ne tenê êrişên leşkerî ne, êrişên li ser çand, nasname û baweriyê ne jî. Bi dagirkeriyê re xwestin vîna gelan xilas bikin, ji ber ku ev êriş li hemberî yekbûn û îrada gelan e. Li beramberî van êrîşên dewleta dagirker ya Tirk, gelan îrada xwe xurtir kirin. Ji ber ku dema êriş anîn dewleta Tirk ne got ev Kurd e an Ereb e an jî, Asur, Suryan û Çerkez êrîş anî ser tevahî bawerî û netewên li herêmê. Ji her neteweyê mirovan canê xwe dan û di nava vî şerî de şehîd bûn.’’
‘EM Ê HETA DAWÎ ŞOPDARÊN HEVRÎN, AMARA Û ÇÎÇEKAN BIN’
Solîn Kobanê ku di nav Berxwedana Rûmetê de fermandarî dikir derbarê berxwedana Serêkaniyê got, ‘’ Bi van êrişên xwe re xwestin moralê me û hêza me bişkînin. Bi hin dîmenên ku li ser medayaya civakî parve kirin, xwestin tirsekê di nava me de bidin çêbikin. Lê berovajî wê van êrişên wan hêrsa me ya têkoşîn û tolhildanê zêdetir kir ku em li beramberî dijmin xwe bikin mertalên parastinê. Bi dîmenên ku parve kirin û bi hovîtiya ku kirin, nekarîn gav bi me paş de bidin avêtin. Me bi sekin û berxwedaniya Girê Sipî û Serêkaniyê ev berxwedanî zêdetir kir. Em ê heta dawî jî bibin şopdarê têkoşîna Hevrîn, Amara, Çîçek û gelek hevalên me yên din. Em armanca hevalên xwe bi ser bixin. Sekna wan hevalan navê berxwedaniya me kirin Berxwedana Rûmetê. Ev berxwedan heta niha jî berdewam dike û wê berdewam jî bike.’’
DENGÊ LÎLANDINÊN WAN JI BO ME DIBÛ MORALEKE MEZIN
Solîn derbarê sekna şervanên YPJ’ê jî wiha axiv: ‘’Helwesta rêhevalên me wiha bû, ku digotin, ‘’Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin’’ û domand, ‘’Di gelek çeperên me de, yên li Serêkaniyê hevalên me yên jin bi serê xwe çeper û enî diparastin. YPJ'ê bi serê xwe jî dikare gelek destkeftiyan bi dest bixe. Şehîd Nûpelda ku Fermandara Alaya Xweser bû mînaka vê ya herî berbiçav e. Cardin Rêheval Şehîd Nêrgiz Siwêş Ferrmandara Tabûrê bû di nava Alaya Xweser de jî mînaka vê ya herî berbiçav e. Di sekna van herdû hevalan de mirov rastiya fermandarên berxwedêr yên YPJ’ê dibîne. Şehîd Zeyneb, şehîd Savuşka di nava vî şerî de bi roleke mezin rabûn. Ew jî fermandarên me yên jin bûn. Di hemû çeperan de jî dema ku me dengê hevalên xwe yên jin, yê tililiyên wan, moral, coş û kenê wan dibihîst ev ji bo me dibû moraleke mezin. Li hember her dengê Allah û Ekberê wan, dengê tilîliyên me zêdetir dibû.’’
‘DI SALA NÛ DE EM XWE JI BO TÊKOŞÎNÊ AMADE DIKIN’
Fermandar Rojda Şiyar jî herî dawî wiha axivî: ‘’Me saleke ku wiha li pey xwe hişt ku bi gotinan em nikarin jê re bibin bersiv.. Plansaziyên me li ser wê hene ku em bikin gelê me vegere ser xakên rizgarkirî. Em ê di her aliyî de perwerdeyên xwe bibînin û xwe hîn xurtir bikin. Ji bo ku em bi ser bikevin di her alî de, di asta pisporbûnê de em ê şervanên xwe perwerde bikin û di hêla taktîkî de xwe xurt bikin. Di her alî de em ê xwe hîn xurtir bikin. Em şervan û fermandar di sala nû de xwe ji bo demeke nû ya tekoşînê amade dikin. Gelê me jî dema ku li kêleka me be em ê berxwedaniya xwe hîn zêdetir berbelav bikin û parastina gelê xwe jî bi çarçoveya parastina rewa bikin û gelê xwe vegerînin ser xaka wan.’’