Dagirkeran derb li perwerdeyê xistin

Yek ji hedefên bingehîn ên êrişên dagirker ên dewleta Tirk perwerde ye. Ji ber êrişan 810 dibistan hatin girtin û 86 hezar xwendekar bêperwerde man.

Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser derdora 300 hezar kes ji neçarî koç kirin.

Bi sedan kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin ku bi dehan ji wan zarok in. Dewleta Tirk ku li cografya Kurd paqijiya etnîkî dike yek ji hedefên xwe yên sereke perwerde ye.

Ji êrişên 9'ê Cotmehê û vir ve 20 dibistan yekser bûn hedefa topbarana dagirkeran û 810 dibistan jî hatin girtin. Li her qadên dagirkirî malzemeyên perwerdeyê hatin talankirin. Li gorî Rêveberiya Xweser li herêmê 86 hezar xwendekar bê perwerde man.

Li gorî agahiyên ji herêmên dagirkirî hatin wergirtin, di çarçoveya polîtîkaya Tirkkirina bi zorê de kampanyayeke mezin a asîmîlasyonê tê meşandin.