Atta: Ji Erdogan tê ku careke din çeka kîmyewî bi kar bîne

Lêkolîner Ahmet Atta diyar kir ku bi fermana Erdogan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeka kîmyewî hate bikaranîn û got, "Erdogan pland ike ku çeteyên xwe derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Jê tê ku careke din çeka kîmyewî bi kar bîne."

Lêkolîner Ahmet Atta ku tevlî Forûma Rojhilata Navîn a li paytexta Îngilistan Londonê bû, der barê êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji servîsa Erebî ya ANF'ê re axivî.

Atta destnîşan kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeka kîmyewî bi kar anî. Atta bi bîr xist ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Kurd qetil kir û ragihand, di dema şer de MÎT'ê gelek warîl çekên kîmyewî derbasî Sûriyeyê kir. Atta bi bîr xist, Tirkiyeyê berê jî li Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar anî û got, "Di sala 2013'an de li bajarokê Xan el-Aselî yê Helebê dewleta Tirk çeka kîmyewî bi kar anî û gelek sivîl qetil kir. Ev êrişa li dijî mirovahiyê bi piştgiriya Qatarê pêk hat."

Atta planên Erdogan ên der barê Lîbyayê jî bi bîr xist û got, "Erdogan dixwaze xewn û xeyalên Osmanî pêk bîne. Niha amadekariyan dike ku komên çete yên Sûltan Mûrat, El Mûtasim û Ahrar El Şerqiye bişîne Lîbyayê ji bo şer bikin. Wê van çeteyan di ser du welatên cîranên Lîbyayê re derbas bike û bigihîne Lîbyayê. Yek ji wan welatekî Efrîkayê ye, yê din jî welatekî Erebe. Bi destê el-Serac a hikumeta El-Wefaq Erdogan dixwaze li Efrîkayê destê xwe xurt bike, wê herêmê dagir bike û Trîpolî jî bike mîna Idlibê."

Atta anî ziman ku bajarê Mîsrata jî di nava planên Erdogan de heye û ragihand, ku serdarê Sûriyeyî Abdulselam Himêdî jî ji aliyê Erdogan ve ji bo Lîbyayê hatiye şandin. Atta bi bîr xist ku Himêdî berê fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Helebê bû, niha jî perwerdeyê dide hêzên ser bi hikumeta Wifaq a li Lîbyayê.

Atta destnîşan kir, piştî ku hejmara çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm bû Erdogan çeka kîmyewî şand wê herêmê û got, "Erdogan plan dike ku çeteyên cîhadîst derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Jê tê ku careke din çeka kîmyewî bi kar bîne. Mîna ku di sala 2013'an de li gundên Helebê kir. Çekên kîmyewî bi koordîneya MÎT'ê ji bo Sûriyeyê hat şandin. Bêguman bi agahiya Rûsyayê. Ev plan hemû di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hatin kirin."

Atta anî ziman ku piştî kuştina Kaddafî Tirkiyeyê li Lîbyayê dest bi hilberandina çekên kîmyewî kir û got, "Serdarê jê re Abdulselam Himêdî dibêjin niha li Mîsratayê çêkirina çekên kîmyewî koordîne dike. Ev yek di belgeyên Wîkîleaksê de jî eşkere bû û dihate destnîşankirin ku dewleta Tirk li herêmê çeka kîmyewî bi kar aniye."