Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Yasîn hate veşartin

Welatiyên Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mihemed Yasîn (Behrî Reqa) bi merasîmekê li goristanê veşartin.

Bi sedan welatiyên Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mihemed Yasîn (Behrî Reqa) ku di encama teqîna mayîna li ber derê malê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Reqa ya li gundê Hikûmiyê veşartin.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Reqa Ebdo Reqa û şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mihemd El-Zekrût axivîn. Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girseya gel piştî nimêja cenaze, cenazeyê şehîd Yasin li goristanê veşartin.