Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî 20 sivîl revandin

Leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên wê li gundên Salhiye û Zêdî yên navçeya Silûk ya Girê Spî bi ser malan de girtin û herî kêm 20 sivîl revandin.

Li herêmên dibin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de sûcên şer ên li dijî mirovahiyê didomin. Leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên wê li gundên Salhiye û Zêdî yên navçeya Silûk ya Girê Spî bi ser malan de girtin û herî kêm 20 sivîl revandin ku piraniya wan zarok in, revandn. Têkildarî aqûbeta sivîlên hatine revandin agahî nehatin bidestxistin.

Hate ragihandin ku dagirker welatiyên gundan bi zorê ji malê wan derdixin.

Li aliyê din li gundê Hoşan yê Eyn Îsayê tevgerekî zêde ya balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker heye.