Şehîd Ebdulhafiz li Şedadê veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhafiz Hemîd li Şedadê li Goristana Deşîş bi merasîmekê veşartin.

B sedan kesên kul i pêşiya Navenda Malbatên Şehîdan a Hesekê kom bûn, cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhafiz Hemîd girtin.

Şêniyan piştî girtina cenazeyê şehîd bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navên Meclîsa Malbatên Şehîdan hevserokê meclîsê Necî Nicûm, Meclisa Leşkerî ya Şedadê Fermandar Ûde El-Hesen û oldaran Hevserokê Komîteya Ol û Baweriyan a Şedadê Ehmed El-Esad axaftin hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin. Her wiha berxwedana destanî ya gelê herêmê li hember êrişên li ser herêmê silav kirin.

Axaftvanan soza şopandina rêyan şehîdan heta pêkanîna armancên wan dan.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Piştre cenazeyê şehîd Ebdulhafiz Hemîd di nav tilîliyên dayikan de û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.