Li Dêra Zorê teqîn: 3 zarok û jinek mirin
Li bajarokê Ebû Hemam yê ku dikeve rojavayê Dêra Zorê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk hat. Di teqînê de 3 jê zarok 4 kes mirin.
Li bajarokê Ebû Hemam yê ku dikeve rojavayê Dêra Zorê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk hat. Di teqînê de 3 jê zarok 4 kes mirin.
Êrîş di roja yekem a sala nû de pêk hat. Li bajarokê Ebû Hemam di encama teqîna wesayîta bombebarkirî de jinek û 2 zarokên wê, zarokekî din li cihê bûyerê mirin.
Tîmên girêdayî QSD’ê û tîmên Hêzên Ewlehiya Navxweyî piştî teqînê li cihê bûyerê lêkolîn kirin.
Li cihê teqîn lê çêbûyî welatiyên herêmê amadekarî dikirin ku roja Çarşemê Rûsya û rejîma Sûriyeyê bi çilakiyekê protesto bikin. Teqîn li nêzî nuqteya leşkerî ya QSD’ê ya li herêmê pêk hat.