Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyên şervanên Alan Derwîş(Hogir Hesekê), Necdet Hemade(Adil Şervan) û Casim El-Iwêd(Besêl Hesekê) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristana şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve keti rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre ji aliyê şervanên Erka Xweparastin û YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ebdulrezaq Ehmed û Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Hisîn Selmo axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Qisekeran diyar kirin ku bi saya şehîdan gelê herêmê destkeftî bidestxistine û soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadeta şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.