PYD bi rewşenbîr û rûspiyên Ereban re civiya

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen ê bi rewşenbîr û rûstpiyên Ereb re civiya, diyar kir ku divê her diyalogek MSD û Rêveberiya Xweser pêk bê.

Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi rûspiyên êlan û rewşenbîrên Ereb re civiya. Civîn li hola Kluba Siyahî li bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo hate lidarxistin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Şahoz Hesen geşedanên siyasî yên herêmê û siyaseta partiyê nirxand. Hesen armancên Tirkiyê ya êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin û diyar kir ku Tirkiyê tevahiya pêkhateyên herêmê dike hedef.

Hevserokê PYD’ê Hesen dîroka tarî ya dewleta Osmanî û Tirkiyê vegot û wiha pêde çû: "Dîroka dewleta Tirk tijî tecrubeyên dagirkirinê ye. Dagirkeriya Osmanî di dirêjahiya serdeman de nezantî, xizanî û zilm li herêmê ferz kir. Hewl da DAÎŞ`ê jî vegerîne. Piştî têkçûna DAÎŞ`ê Erdogan hewl dide xilîfata Osmanî vegerîne."

Hesen bibîr xist ku tevahêya pêkhateyên herêmê gelek destkeftî bi dest xistin. Ev destkeftî ne ya partiyekê ye yan jî êlekê ye, lê belê milkê tevahiya pêkhateyên ku yekîtiya xwe ava kirine û bi hezaran şehîdan dane heta ku bigihêjin vê astê.

Têkildarî hevdîtinên bi rejîma Sûriyê û Rûsyayê re Hesen got: "Rejîm û Rûsya hewl didin tenê bi kurdan re beyî pêkhateyên din diyalogê bikin. Me ev pêşniyar red kir. Me ji rejîm û Rûsyayê re got ku divê her diyalogek bi Meclîsa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re be. "

Derbarê daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Rejîma Sûriyê Welîd El-Muelim Hesen ev tişt diyar kir: "Em ji roja şoreşa Sûriyê ya destpêkê ve diyar û zelal bûn. Armanca me parastina yekîtiya axa Sûriyê û avakirina pergalek demokratîk azad ji tevahiya sûriyan re bi tevlibûna tevahiya pêkhateyan."

Hesen bal kişand ser stratejiya partiyê di dema bê de û destnîşan kir ku berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk, rizgarkirina axa dagirkirî û bidestxistina dabînên destûrî ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji armancên partiyê yên destpêkê ne.