QSD: Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encamên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dur ojên dawî eşkere kir. QSD’ê ragihand ku êrîşên dagirkeriyê didomin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrîşên 3 rojên dawî ragihand. QSD’ê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker didomin û di encama bersivdayîna rejîma Sûriyeyê de 5 çete û leşkerên dagirker hatine kuştin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Artêşa dagirker û komên çete li herêmên Til Temir, Serêkaniyê û Eyn Îsa bi çekên giran û obusan êrîş birin ser qadên sîvîl.

EYN ÎSA

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker bi obusan êrîş birin ser gundê Xalidiyê û Hoşan a ser bi bajarokê Eyn Îsa. Herwiha çeperên hêzên artêşa Sûriyê û herêmên sîvîl ên gundên Kopirik, Erîda, depoyên genim ên Qizalî, Fatisa, Bîr Îsa û Bîr Timih bi piştevaniya balafirên bê mirov rastî topbarana dijwar a artêşa dagirker hatin. Di encama êrîşan de di herêmê de gelek gundî neçarî koçeberiyê bûn û ziyanên madî gihîştin welatiyên sîvîl. Di encama bersivdana hêzên artêşa Sûrî de hejmarek ji çete û leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin.

SERÊKANIYÊ

Komên çete yên bi ser bi artêşa dagirker êrîş birin ser gundê Mişrefa û bi çekên giran topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîşt milkên welatiyên sîvîl.

REQA Û DÊRA ZOR

Şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê li herêmên Reqa û Dêra Zorê bi bombeyên dest êrîş birin ser baragehên hêzên me. Di dîroka 28'ê mehê de komek ji şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê êrîşek li dijî şervanên QSD’ê li dar xistin. Di encama pevçûna di navbera hêzên me û çeteyan de 2 çete hatin kuştin û 3 çete ji cîhê bûyerê reviyan.

Di encama topbarana artêşa dagirker de li gundewarên Eyn Îsa 2 hevalên me şehîd ketin.

Herî kêm 5 çete û leşkerên artêşa dagirker di encama bersivdana hêzên artêşa Sûrî de hatin kuştin.”