Tirkiyeyê ku dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê bi piştgiriya DYE û Rûsyayê berfireh kir, hêviyên ji bo çareseriya siyasî yên li Sûriyeyê taloq kir.
Çend ji bûyerên girîng ên siyasî, leşkerî yên di sala 2019'an de li Sûriyeyê qewimîn wiha ne:
ÇILE
1'ê Çileyê: Çeteyên DAÎŞ'ê ku beşeke mezin a xaka Sûriye û Iraqê kontrol kir û 'xîlafet' û 'dewlet' ragihand ji aliyê QSD'ê ve li nahiyeya Baxozê ya Dêra Zorê hate tengavkirin.
2'ê Çilyeê: QSD'ê 400 endamên xwe yên şêwirmendiya leşkerî ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re dikirin ji Minbicê vekişand.
3'ê Çileyê: Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku El Nûsra serkêşiyê jê re dike li Idlibê li dijî çeteyên Nûreddîn Zenkî û Ehrar El Şam ên bi piştgiriya Tirkiyeyê operasyoneke berfireh da destpêkirin.
5'ê Çileyê: Piştî îstifaya Brett McGûrk, James Jeffrey bi rengekî fermî li şûna wî hate tayînkirin.
11'ê Çileyê: Piştî şerê 10 rojan El Nûsra kir ku komên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê windahiyên giran bide û 90 ji sedî yê Idlibê kontrol kir. Bi vî rengî 13 nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li Idlibê bi temamî ketin bin kontrola El Nûsra.
11'ê Çileyê: Berdevkê Koalîsyonê ya bi pêşengiya DYE'yê Albay Sean Ryan ragihand ku pêvajoya vekişîna ji Sûriyeyê dest Pê kiriye. Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Polmpeo ji Rûsyayê xwest ku di vekişînê de hevkariyê bi wan re bike û got, "Di vê mijarê de em serî li Moskowayê didin."
12'ê Çileyê: Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar got, "Li pêş me Minbic û rojhilatê Firatê hene."
15'ê Çileyê: Serkêşê çeteyên El Nûsra Colanî got, ji bo "operasyona li dijî rojhilatê Firatê" ew piştgiriyê didin Tirkiyeyê.
16'ê Çileyê: Koma ji leşkerên DYE'yî dema li restorantekê xwarin dixwarin bûn hedefa êrişeke bombeyî. Ji ber êrişê 3 leşkerên Emerîkî û wergêrek jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
17'ê Çileyê: Alîkarê Serokê DYE'yê Pence got, "Em yekîneyên xwe vedigerînin malê, DAÎŞ têk çû."
19'ê Çileyê: Senatorê DYE'yî Graham ku bi rayedarên Tirk re li Enqereyê hevdîtin kir got, "Divê em Tirkiyeyê biparêzin û pirsgirêka ku me li Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê afirandine çareser bikin."
21'ê Çileyê: Li Hesekê li dijî konvoya DYE'yê êrişeke bombeyî hate kirin.
23'ê Çileyê: Pûtîn û Erdogan ên li Astanayê li hev kom bûn Mutabaqata Edeneyê ya sala 1998'an xistin rojevê. Pûtîn got, ji aliyê Enqere û Şamê ve ji bo ewlekariya sînor dikare bê bikaranîn.
27'ê Çileyê: Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand, "Dema ku şert û merc ên pêwîst afirîn hingî amade ne ku Mutabaqata Edeneyê pêk bînin."
28'ê Çileyê: Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov anî ziman ku ji bo ewlekariya sînor ew pêkan dibînin ku Mutabaqata Edeneyê bê bikaranîn.
SIBAT
4'ê Sibatê: Erdogan got ku yekîneyên îstîxbaratê di asta jêrîn de bi Sûriyeyê re polîtîkaya derve dimeşînin.
6'ê Sibatê: Malpera 'Snack Syrîa' ku navenda xwe li Sûriyeyê re ragihand ku serokê îstîxbaratê Alî Memluk di meha Çileyê de serdana Tirkiyeyê kir û bi îstîxbarata Tirk re hevdîtin kir.
11'ê Sibatê: Fermandarê Hêzên Navendî yên DYE'yê (CENTCOM) Orgeneral Joseph Votel got, "Vekişîna leşkerên DYE'yê ji Sûriyeyê dibe ku di nava çend hefteyan de dest pê bike."
14'ê Sibatê: Pûtîn, Erdogan û Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bi rojeva Sûriyeyê li Soçiyê li hev kom bûn. Pûtîn di civînê de got, "Trûmp biryara xwe ya vekişînê pêk tîne." Erdogan jî got, "Di çarçoveya Mutabaqata Edeneyê de em paşerojê ava dikin." Rûhanî jî got, "Divê em hem yekparebûna xaka Sûriyeyê girîng bibînin, hem jî mafên Kurdan."
24'ê Sibatê: Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov got, "Em hevdîtinên li ser herêma tampon a li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê li gorî pozîsyona her du aliyan dewam dikin."
ADAR
13'ê Adarê: Rûsyayê bi balafirên şer li çar depoyên çekan ên li Idlibê xist. Rûsyayê eşkere kir ku koordînasyona deverên hatin bombekirin jî ji aliyê Tirkiyeyê ve ji wan re hate ragihandin.
13'ê Adarê: Di raporeke DYE'yê de ji bo Girên Golanê hate gotin, "Herêma di bin kontrola Îsraîlê de" hate bikaranîn.
18'ê Adarê: Serokên fermandariya giştî yên Îran, Iraq û Rûsyayê li Şamê bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşşar Esad re hevdîtin kirin.
21'ê Adarê: QSD'ê bajarokê Baxozê yê Dêra Zorê azad kirin û bi vî rengî dawî li hebûna DAÎŞ'ê ya li qadê anî. Di encama operasyonên 5 salan de zêdeyî 11 hezar çeteyê ji 60 welatên cuda yên DAÎŞ'î hatin girtin. Ji malbatên çeteyên DAÎŞ'ê jî 72 hezar kes li kampan hatin bicihkirin.
21'ê Adarê: Trûmp got, "Dem hatiye ku DYE serweriya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê nas bike."
25'ê Adarê: Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey got, "Ji bo avakirina herêma ewle ya li bakurê Sûriyeyê em ê bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyê de bixebitin."
25'ê Adarê: Trûmp ragihand ku ew serweriya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê yên li sînorê Sûriyeyê nas dikin.
26'ê Adarê: Çeteya Nûreddîn Zengî ku ji ber êrişên El Nûsra neçar ma ji Idlibê bireve ragihand ku wan xwe fesihkirine û beşdarî 'Artêşa Milî' ya bi piştgiriya Tiriyeyê bûne.
NÎSAN
15'ê Nîsanê: Jeffrey îdîa kir ku fikarên girîng ên ewlekariyê yên Tirkiyeyê hene, DYE van fikaran fêhm dike û got, "Em bi Tirkiyeyê re li ser avakirina herêmeke ewle ya bêyî YPG'ê dixebitin.
24'ê Nîsanê: Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê ragihand ku El Nûsra ku di Mijdara 2018'an de 52 ji sedî Yê Idlibê kontrol dikir, niha 99 ji sedî yê Idlibê kontrol dike.
26'ê Nîsanê: Nûnerê Sûriyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî got, "Tirkiyeyê ji Îsraîlê bêhtir xaka me dagir kiriye."
29'ê Nîsanê: Rejîma Sûriyeyê derdora 10 nuqteyên çavdêriyê yên Tirk bombe kir.
GULAN
4'ê Gulanê: Rejîma Sûriyeyê derdora nuqteya çavdêriyê ya Tirk a bi hejmara 10'emîn a li Idlibê bombe kir.
10'ê Gulanê: Jeffrey der barê herêma ewle got, "Herêm wê li rojhilatê Firatê li seranserê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê be. Der barê kûrahiya herêmê me li hev nekir."
HEZÎRAN
13'ê Hezîranê: Hêzên hewayî yên Rûs û Sûriyeyê li nuqteya çavdêriyê ya Tirk xistin ku ji çeteyên li Idlibê re bû mertal. Di êrişa hewayî de 3 leşkerên Tirk birîndar bûn. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku êrişa hewayî li dijî El Nûsra hate kirin û bi daxwaz û koordînata Tirkiyeyê hate kirin.
27'ê Hezîranê: Di êrişeke dijî nuqteya çavdêriyê ya 10'emîn a dewleta Tirk de ya li Idlibê ku hate gotin ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye kirin leşkerekî Tirk mir û 3 leşker jî birîndar bûn.
TÎRMEH
18'ê Tîrmehê: DYE'yê ji bo Artêşa Sûriyeya Azad ji nû ve dest bi perwerdeyê kir, ku li başûrê Sûriyeyê piştgiriya wan dikir, lê belê demekê alîkarî lê birîn bûn.
22'ê Tîrmehê: Fermandarê CENTCOm'ê General McKenzîe û Sefîrê Bilind ê berê yê Sûriyeyê Wîllîam Roebûck li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin. Heyet piştî hevdîtinê ji bo hin danûstandinan bike çû Tirkiyeyê.
22'ê Tîrmehê: Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû got, "Eger bi DYE'yê re di mijara herêma ewle de li hev nekin em ê di demeke kurt de li dijî rojhilatê Firatê dest bi operasyonê bikin." McKenzîe jî got, "Em tercîh dikin ku Tirkiye dest li bakurê Sûriyeyê wernede. Eger vê bike wê encamên xwe hebin."
30'ê Tîrmehê: Di belavoka civîna MGK'ê de hate gotin, "Bi hemû hêza xwe ji bo avakirina 'Korîdora Aştiyê' em ê hewl bidin û di vê mijarê de biryardarî hatiye destnîşankirin."
TEBAX
5-6-7'ê Tebaxê: Heyeteke ji leşkerê payebilind ên ji DYE'yê hatin li Enqereyê bi rayedarên dewleta Tirk re sê rojan li ser 'herêma ewle' civîn kirin. Piştî civînê biryar hate wergirtin ku di navbera dewleta Tirk û DYE'yê de li Rihayê Navenda Tevgerê ya Hevpar bê avakirin.
ÎLON
8'ê Îlonê: DYE û dewleta Tirk li herêma navbera Girê Spî û Serêkaniyê dest bi dewriyeya destpêkê ya hevpar kirin.
23'ê Îlonê: Di encama hevdîtinên Soçî û Astanayê yên navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de biryar hate wergirtin ku Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bê avakirin. Ji rejîmê 50, ji komên çekdar 50, bi biryara Neteweyên Yekbûyî re jî 50 kes tevlî komîteyê bûn. Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî komîteyê nehatin kirin.
COTMEH
4'ê Cotmehê: Dewleta Tirk zêdeyî 30 çete li Rihayê li hev kom kir û bi navê "Artêşa Milî ya Sûriyeyê" ava kir.
7'ê Cotmehê: Emerîkayê du nuqteyên xwe yên li Serêkaniyê û Girê Spî yên li ser sînor serê sibehê vala kirin.
9'ê Cotmehê: Dewleta Tirk û çeteyên wê êvarê ji hewayî û bejahî ve li dijî Girê Spî û Serêkaniyê dest bi êrişên dagirkeriyê kirin.
13'ê Cotmehê: Li gorî peymana leşkerî ya navbera QSD û artêşa Sûriyeyê artêşa Sûriyeyê leşkerên xwe şand Tebqa, Minbic, Kobanê û Til Temirê.
17'ê Cotmehê: Piştî hevdîtina navbera Alîkarê Serokê DYE'yê Pence û Erdogan, ji bo 120 saetan agirbest hate ragihandin. Lê belê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Til Temir û Eyn Îsayê nesekinîn.
23'ê Cotmehê: Di encama hevdîtina navbera Pûtîn û Erdogan de ya li Soçiyê agirbesta ji bo 150 saetî hate qebûlkirin.
27'ê Cotmehê: Serçeteyê DAÎŞ'ê Ebûbekir El Bagdadî li gundê Barişa yê Idlibê ku bi 5 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye di encama operasyoneke hevpar a DYE û QSD'ê de hate kuştin. Trûmp ji ber serketina operasyonê spasiya Fermandariya Giştî ya QSD'ê kir.
30'ê Cotmehê: Tûra destpêkê ya civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê li Cenevreyê dest pê kirin.
MIJDAR
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo berfirehkirina qada dagirkirî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha Mijdarê de jî dewam kirin.
11'ê Mijdarê: Li Qamişloyê bi hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê bi wesayitên bombebarkirî êriş hatin kirin û herî kêm 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 26 sivîl jî birîndar bûn.
29'ê Mijdarê: hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê yên li Cenevreyê bi ser neketin. Desteya nivîsandina destûra bingehîn a ji 45 kesan bêyî li hev kom bibin bi dawî bû.
KANÛN
Heta meha Kanûnê ji xaka Sûriyeyê 62.23 ji sedî (116.139 km²) di destê rejîma Sûriyeyê, 25.64 (47.846 km²) ji sedî di destê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 12.15 ji sedî jî (22.645 km²) ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin.