‘Rojava hunera berxwedanê ye’

Helbestkarê ji Nîjeryayê Hawad diyar kir ku gelê Kurd û gelê Tûareg ê Berberî dişibin hev. Helbestkar Anasatassîa Polîtî jî ji bo Rojava helbestek nivîsand.

Kesên ji neteweyên cihê bal kişandin ser parastina Rojava û diyar kirin ku Rojava ji bo hemû mirovayetiyê ye.

Helbestkar Hawad ê ji Nîjeryayê ye û Berberiyê Tûaregê ye, ji Tevgera MAK a ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe Soraya Soûgh û helbestkar Anastassîa Polîtî yê ji Yewnanistanê ji ANF’ê re axivîn.

Mahmoûdan Hawad ji gelê Toûragê yê Berberî ye diyar dike ku heke gelek hebûna wê li ber kendal be, ew bi xwe dibin kendal. Hawad got ku “Ji ber hebûna xwe em nikarin baweriyê bi tu kesî bînin û ev tişt êşê dide me. Dema em êşê dikişînin û vê êşê wekî qeder qebûl bikin, piştî wextekê divê em nehêlin ku ev êş me aciz bike. Ev nêrîn bi helbest, huner û fikrê dest pê dike. Kurdek an jî Tûeragekî li ber kendal heke wê tu mutefîkên wan tunebe, di nav civakê wê de hêviya wî nemane, divê ew hêviya xwe winda neke.

Berxwedan ne bi tenê çekdarbûna li hemberî Tirk, Sûriye, Iraq û Îranê ye. Berxwedan beriya her tiştî berxwedana li hemberî xwe ye. Berxwedana di hêmayê de, berxwedana herî mezin e. Ev berxwedan hêzê dide berxwedêran. Ez baweriyê bi berxwedanê tînim ku tu artêş nikare wê têk bibe. Dibe ku hemû Kurd û Tûaregan bigirin û wan parçe bikin lê parçeyekî biçûk ê Kurd û Tûaregan berxwedanê xurt dike. Ne hêsan e ku gelek bide ser rêyeke wisa lê bi xeyalên xwe dikarin rojê jî derbas bikin. Em Kurd û Tuareg divê em ji êşa xwe netirsin. Wê dozên me nemirin.

Jin û mêrên Kurd ên ku li hemberî tankên Tirk li ber xwe didin, heke dinya alîkariyê nede wan jî ew di dilê hemû kesan de ne. Doza Krudan jî dozên helbestî ye. Divê em baweriyê bi Kurdan bînin ên ku koletiyê red dikin. Gelê Kurd û em Tûaregî heke em werin girtin jî divê hişê me azad be. Em li ber kendalan in û bi vî awayeî em dikarin awayê herî bilind ên azadiyê pêk bînin.”

Soraya Soûgh, Tevgera Serxwebûnparêz a Kabîlîa (MAK), Barcelona

“Li ser gelê Kurd stratejiyeke mezin heye, ev jî paqijiya etnîk e. Mixabin Tirkiye dizane ku wê ev sûc wê bêceza bimîne. Qirkirina di navbera salên 1915-1917’an hê jî di bîra me de ye. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de 11 hezar Kurd mirin. Li Kurdistanê li dijî DAÎŞ’ê bi pêşengiya Kurdan têkoşîneke mezin hate kirin. Têkoşîna Kurdan a ji bo azadî û hebûna wan diyar dike ku yan wê aştiyek pêk were û yan jî tê xwestin ku gelê Kurd were qirkirin.

Dem dema sekinandina van êrîşan e. Gelê Kurd di dîrokê de bi hêz û qaweta xwe, xwe îspat kirine. Hemû cîhan bûye heyranî Kurdan. Şerê Kobanê û Şengalê divê bi tenê nebe serkeftina Kurdan. Ev şer divê bibe sedema projeya civakeke aştiyane, parastina çand, ol û baweriyên qedîm ên li Mezopotamyayê jî.”

Sîvarajan Arûmûgam, Sekretera Giştî ya Partiya Sosyalîst a Malezyayê

“Em Partiya Sosyalîst a Malezyayê ji êrîşên dewleta Tirk a li dijî Rojava bi fikar in. Qaşo agirbest hatibû îlankirin lê hêzên ku Tirkiyeyê çek dane wan, li Bakurê Sûriyeyê êrîşî qadên agirbestê kir. Êrîşên dewleta Tirk ne bi tenê li dijî gelê Kurd e. Ev êrîş ji bo tunekirina şoreşa demokratîk û wekhevîparêz tê kirin. Şoreşa Rojava ji bo Rojhilata Navîn jî bûye roniyeke hêviyê. Divê hemû cîhan piştgiriyê bide gel û civaka Rojava. Em bi berxwedêrên li Rojava re ne.”

Anastassîa Polîtî: Dîrektora şanoyê û aktrîs e. Li Yewnanistan û Fransayê dijî

Wê bi helbestekê bersiv da me. Em helbesta wê ya li ser Rojava pêşkêş dikin

ROJAVA

Rojava,

Ew navê te ku,

Dişibe kulîlkê

Ew nav ku cuda ye

Şewqê dide

Hêviyê dide

 

Rojava

Keçên te yên çavxezal

Por reş

Di dest de çek

Bi hawara dinya 'medenî' ve dibezin

Li dijî êrişa cinawirên

wê dinyayê bi xwe şer dikin

 

Amazonî

Kenê li rûyê wan

Dema diçin şer

Ji ber wê yekê

Kulîlk vedibin di nava xwîna wan de

 

Rojava

Berdêla azadiya me

Fedakariya te ye

 

Rojava

Mîna ezmanên bi stêrkan dagirtî

Çiyayên azad

Çemên bê bend

Zarokên te

Jin û mêr

ji çar aliyan ve tên

 

Li dijî tarîtiyê

hêviyê diafirînin

Li dijî qirêjiya dinyayê

Bedewiyê direşînin

 

Rojava

Welatê soz û peymanan

Yê ku xeyala

Eşq, ahengî û edaletê dike

Welatê ku

Jin li xwezayê dinere

Bajar li asta ku heq dike

 

Rojava

Milaketên te yên parastinê

Şeytanan diqewirînin

 

Rojava

Xaka cihê kelecanê

Xaka ku berxê ji gur rizgar dike

 

Niha Rojava

Avêtine ber qertelan

Ji aliyê dostên xwe ve

Ji aliyê dostên xwe

Yên ji rê derketî

Yên tinazker

Yên krîmînel

 

Rojava

Mirina te

Wê nîşaneya wê yekê be

Ku li welatên bi hêzan cihê masûmiyetê nîne

 

Rojava

Gerdûn hildiweşe

Di nava nankorî

Berjewendî û zexta jibîrkirinê de

 

Lê belê zanibe ku

Tarî ti carî nikare bi ronahiyê

 

Rojava

Tu ronahî ye

Tu gerstêrkê bi temamî bi rê ve dibe

Bêyî ku haya xwe jê hebe

 

Êrişî te dikin

Ew mendebûr

Dizên gelan

Nankor

Dixwazin ku çokê li te bidin tewandin

 

Pençeyê ji hesin ê tîran li pişt stuyê te ye

Ew sûltan ku

Tenê li haremên xwe yên qedexekirî jinên xwe dibîne

 

Rojava

Dilê min

Xwişk û birayê min

Zaroka min

Dikim fîgan

Li pêş kavilan

Ez ê ji bîr nekim

 

Merci Rojava

Fedakariya te belasebep nîne

Me mezin dike

Hêviyê dide me

Baweriyê dide

Çavên min vedike

 

Rûyê me vekirî ye

Milên me bilinde

Li devera ku sedsaleke cuda heye

Em ber bi wî ezmanî ve hilm dikin