Saleke din a bi şer, têkoşîn û berxwedanê derbas bû. Ev rewş ji bo tevahî gelên bakur-rojhilatê Sûrî, bi teybetî ji bo jinan bi rengek dijwar û şênber pêk hatin.
Endama Meclîsa leşkerî ya Dêra Zorê û Fermandara YPJ’ê Lîwa Ebdullah sala 2019'an nirxand. Bal kişand ser têkoşîn û berxwednaa YPJ'ê ya sala 2019'an û got, "Çawa ku gavên dîrokî di vê salê de hatine avêtin, gef û êrîşên dagirkeriyê jî qet ranewestiyan. Sala 2019'an bi pêngavên dîrokî ve dagirtî bû, di heman demê de herêmê şahidî ji şerekî dagirkeriyê yê mezin re kir. Yek ji pêngavên herî girîng ku dinya hemû bû şahidê wê û xiste rojeva xwe, pêngava têkbirina DAÎŞ’ê bû. Armanca sereke ya vê pêngavê ew bû ku bi rengek temam dawî li hebûna çeteyên DAÎŞ’ê bîne û aramiya tevahî herêmê bixe garantiyê. Li gel vê wek hûn dizanin di dawiya vê salê de jî dewleta Tirk a faşîst bi komployeke mezin dest bi êrîşa xwe ya dagirkirina tevahî hêrêmê kir. Ji xwe armanca wê ya sereke ew e ku tevahî Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojava bi hinceta pirsgirêka Kurd dagir bike. Ango dixwaze vê xaka gelê me di guhertineke demografîk re derbas bike û bi temamî bixe bin serweriya xwe. Bi vê hincetê dewleta Tirk a dagirker berê çeteyên xwe yên bi navê "artêşa milî" da vê herêmê.
Wek hûn zanin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hêzeke ku ji hemû pêkhateyên Sûriyê yên xwedî baweriyên cihêreng pêk tê. Bi giraniya xwe jî ji ciwanên Ereb pêk tê û armanca xwe ya sereke parastina nirx û destkeftiyên tevahî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye. Lê bi ruxmê ku her kes vê rastiyê dizane, dewleta Tirk a dagirker di roja îro de li ber çavê hemû cîhanê bi rengek hovane êrîşê ax, çand, ziman û baweriya tevahî gelê herêmê dike".
'PÊNGAVA TÊKBIRINA DAÎŞ’Ê PÊNGAVEKE DÎROKÎ BÛ'
Fermandara YPJ'ê Lîlwa Abdullah a ku weke berdefka QSD'ê tevlî pêngava têkbirina DAÎŞ’ê bû, bal kişande ser girîngiya pêngava têkbirina DAÎŞ’ê û ev nirxandin kir: "Ev pêngav cudahiyeke xwe ya dîrokî ji tevahî pêngavên dinê hebû. Ji ber êdî li vir, li Dêra zorê zilm û hovîtiya DAÎŞ’ê bi dawî dibû. Her wiha bi hezaran jin ji destê van çeteyên hov hatin xilas kirin. Di çavê her jinekê de beriqîneke veşartî ya xilasiyê hebû. Ev ji bo me weke şervan û fermandarên YPJ’ê cihê şanaziyê bû. Her wiha QSD bi helwesteke mirovî tevgeriya û hemû gelê ku li Baxozê asê mabû, derbasî cihên bi ewle kir. Gelê Herêmê jî bi coşeke mezin ev serkeftina dîrokî ya bi dawî kirina DAÎŞ’ê li ser tevahî xaka Bakur û Rojhilatê Sûrî pîroz kir. Lê mixabin ku ev kêfxweşiya gel temam nebû. Weke hûn jî dizanin ev sê mehe êrîşên dagirkeriyeke dijwar li ser tevahî herêmê tê kirin.
‘TÊKBIRINA DAÎŞ’Ê, TÊKBIRINA DEWLETA TIRK BÛ’
Em dikarin vê bêjin; hêza ku hemû cîhan ji rêxistina herî terorîst xilas kir, îro tevî gelê xwe êrîş û dagirkeriyeke giran li ser tê kirin. Bêguman dewleta Tirk a dagirker ku îro har bûye û hema dixwaze hemû herêmê dagir bike, tehemûla xwe ji vê serkeftina dîrokî re nebû. Ji ber têkbirina DAÎŞ’ê dihate wateya têkbirina plansaziyên dewleta Tirk a di rojava û tevahî Sûriyê de. Ji ber wê vê carê bi erêkirina hêzên navdewletî re careke din û bi rengek hê dijwartir êrîşê herêmê kir. Lê weke hêzên QSD'ê em dikarin vê bêjin; çi êrîşeke derve yan jî hundirîn li ser gelê me bê kirin, wê bê bersiv nemîne. Ev nêzî 2 sal e Efrîn ji aliyên heman hêzan ve hatiye dagirkirin. Lê yek rojê jî li vir çalakî ranewestiyane. Ango ciwanên Efrînî rihetî nadin hêzên çete û her carê bi şêwazên cihêreng tola xwe hiltînin.”
'LI HEMBER VÊ DAGIRKERİYÊ JINÊN KURD Û EREB BI YEK RUHÎ RÛMETA XWE DIPARÊZIN'
Lîlwa Abdullah anî ziman ku jina Kurd û Ereb, her wiha tevahî jinên Bakur-Rojhilatê Sûrî bi yek ruh û yek dengî li hember vê dagirkeriyê rawestiyan û wiha pêde çû: "Yekbûna tevahî jinên Bakur-Rojhilatê Sûrî, bêguman bi taybetî jî yekbûna jinên Kurd û Ereb, tirs û xofeke mezin xiste dilê dagirkeran. Ji ber jinan bi cesaret û fedekariyeke mezin li hemberî van êrîşan şer kirin, li berxwe dan û ji bo parastina welatê xwe, ji bo parastina axa xwe, bê teredut canê xwe kirin mertal û xwe feda kirin. Bi taybetî jina Ereb a ku timî ji bo wê dihate gotin; ew nikare parastina xwe bike ku parastina axa xwe jî bike, di eniyên şer ên herî pêş de li dijî hêza herî hov bi cesareteke mezin şer kir û îspat kir ku ew dikare xwe û xaka xwe biparêze.
‘TEVLÎBÛNA JINÊ YA NAVA TÊKOŞÎNÊ MEJIYÊ CIVAKA EREB A LI HEMBER RASTIYA DAÎŞ’Ê RONÎ KIR’
Her çendî weke destpêkê civaka Ereb hebûna jinê ya di nava jiyana leşkerî de qebûl nekiribe jî, bi demê re piştî ku hêza jina Ereb jî di vê qada tekoşînê de hate dîtin, îro hemû civaka Ereb rêzê ji sekn, hêz û cesareta jina Ereb û ya tevahî jinên berxwedêr re raber dike. Dikarim bêjim ku beşdariya jina Ereb ya di nava refên tekoşînê de, çav û mejiyê tevahî civaka Ereb li hember rastiya çeteyên DAÎŞ’ê ronî kir".
Endama Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û yek ji Fermandarên YPJ'ê Lîlwa Abdullah di dawiya nirxandina xwe de bal kişande ser êrîşên ku îro li İdlibê têne kirin û ji bo jinan ev peyam da: "Îro em û gelê xwe bi hev re di nava berxwedana rûmetê de ne. Ev berxwedan, berxwedaniyeke dîrokî ye û rolê jina Kurd û Ereb têde diyarkere. Ji bo wê êrîş çiqa giran dibin bila bibin emê weke jin bê deng nemînin. Çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê bi salan zilm û zora xwe li ser gelê herêmê ferz kir, îro heman hêzên çete bi navê 'artêşa watanî' êrîşê xaka me dike, dizî û destdirêjiyê dike. Heta em dikarin bêjin ev hêza ku ji xwe re digot hêza niştimanî beriya her tiştî êrîşê niştimaniya Sûriyê kir. Qaşo ev artêşa watanî digot; ‘em İdlibê diparêzin, em gelê İdlibê diparêzin.’ Lê îro li İdlibê komkujiyên hovane têne kirin. Gelo çawa ji xwe re dibêjin em parêzvanên vê xakê ne. Vaye niha hatine berê xwe dane herêma Bakur-Rojhilatê Sûrî û êrîşê gelê xwe bi xwe dikin. Lê em QSD jî ji destpêkê ve soz dabû gelê xwe ku em ê bibin ronahiya gelê xwe û heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê wan ji her awayî êrîşan biparêzin.
'YEKBÛNA JINAN TÊ WATEYA TÊKBIRINA HER AWAYÎ DAGIRKERIYÊ'
Li hember van êrîşên dagirkeriyê bêguman berxwedana me yek rojê ranewestiya ye û wê raneweste. Ez mizgînî didim hemû jinên tekoşînvan ên cîhanê ku îro li vir îradeya jin, wêrekî û fedekariya jinan li hemberî her awayî şidet û dagirkeriyan bi serketiye. Ev bi bedelên giranbiha ve têne bi dest xisitn. Ez vê sekna berxwedêr a YPJ'ê û ya hemû jinên Bakur-Rojhilatê Sûrî li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Bi vê boneyê ez hemû hevrêyên xwe yên şehîd bibîrtînim û bejna xwe li ber lehengiya wan ditewînim. Ji bo em dawî li vê dagirkeriyê bînin banga min ji bo tevahî jinan ew e ku em yekbûna xwe, rêxistinbûna xwe xurtir bikin ku em karibin xwe, xaka xwe, welatê xwe u mirovahiya xwe biparêzin. Ji bo vê jî pêwîste beriya her tiştî em fikir û zanistiya xwe pêş bixin. Bi vê boneyê ez sala 2020'an li tevahî jinan û li hemû gelê herêmê bi hêviya siberojên azad û aram pîroz dikim".