ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêx Baqî ji Barzanî pirsî: Gelo yên meşrû baregehên Tirk in?
Serokê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî li ser rayedarên PDK'ê ku merşûiyeta PKK'ê dike hedef got,"Gelo yên meşrû baregehên Tirk in?" -
Dagirkeran li Girê Spî rûspiyek revandin
Hate ragihandin, dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî rûspiyê eşîra Neîm Şêx Înezan hatiye revandin. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê kesek din jî qetil kir
Çeteyên koma Sûltan Mûrat a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesek lînç kir. Elî Ehmed (74) ê bi giranî birîndar bû mir. -
Li Girê Spî guherîna demografîk: Walî li konvoyê mikur hat
Dewleta Tirk diyar kir ku wan ji Cerablûsa hatiye dagirkirin bi 137 wesayît û 14 otobusan mirov veguheztine. -
Şehîd Argêş Hesekê spartin axê
Cenazeyê şehîd Argêş Hesekê bi tevlîbûna malbat û hevrêyên wî li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê spartin axê. -
Zanîngehên Rojava: Li Wertê armanc destketiyên Kurdan in
Zanîngehên Rojava û Kobanê li ser rageşiya li Zînî Wertê daxuyaniyek dan, diyar kirin hedefa êrîşa Tirk ne tenê gerîla ye, hedef hemû destkeftî û nirxên gelê Kurd e û xwest ku ti aliyê Kurd neyê lîstika deweleta Tirk, hesas û xwedî helwest bin. -
Rojnamegeriya Kurd li ser rêya heqîqetê ye
Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê Roja Rojnamgeriya Kurd pîroz kirin û gotin,''Li gel hemû zextan jî rojnamegeriya Kurd wê heqîqetê ragihîne.'' -
YPG'ê kedkarên çapemeniyê bi bîr anî
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi wesîleya Roja Rojnamevaniya Kurdistanê kedkarên çapemeniyê yên Ragihandina YPG û YPJ'ê bi bîr anî. -
22'ê Nîsanê ji bo ragihandina Kurdî bû çirûskek
Nûçegîhanên li Efrînê Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamegerên Kurd pîroz kirin û diyar kirin ku 22’ê Nîsanê ji bo ragihandina Kurdî bûye çîrûskek. -
Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya li ser Qamişloyê
Hêzên Ewlekariya Navxweyî ragihand, hêzên Dîfa El Wetanî yên ser bi rejîma Sûriyeyê dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin û destnîşan kirin, li pêşberî hêzên ku êrişê dibe ser aramî û ewlekariya herêmê wê bêdeng nemînin. -
Dagirkeran li Girê Spî 600 malbatên din yên çeteyan bi cih kirin
Dewleta Tirk demografiya bajarê Girê Spî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diguhere. Dagirkeran ji Cerablûsê nêzî 150 wesayît bi şeklê konvoyê malbatên çeteyan li bajêr bi cih kirin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nuqteyên rejîmê rakirin
Şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişlo û Dîfa Wetenî ya girêdayî rejîma Sûriyeyê, piştî rakirina nuqteyên kontrolê yê dixwestin li taxa Hêlko ku çeteyên peremilîter bûn, bi dawî bû. -
Qedexeya derketina derve ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dirêjkirin
Di çarçoveya têkoşîna bi şewba Covîd-19 re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêze biryarên nû girtin û qedexeya derketina derve jî heta 1’ê Gulanê dirêj kir. -
Li Qamişloyê di navbera rejîma Sûriye û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şer qewimî
Li Qamişloyê li ser êrîşkirina hêzên rejîma Sûriye ya li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn şer qewimî. -
Hunermendên Rojava ji bo Zînî Wertê banga diyalogê kir
Hunermendên Rojava li Qamişloyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji bo aloziyên li Zînî Wertê ya li Başûrê Kurdistanê banga çareseriyê ya bi rêya dîyalogê kir. -
HRE'yê li sê herêman li dagirkeran da: 6 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Şêrawa, Efrîn û Ezazê li hêzên Tirk ên dagirker dan. Di çalakiyan de herî kêm 6 dagirker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. -
Heyva Sor a Kurd li Hesekê nexweşxaneya Covîd-19 ava kir
Heyva Sor a Kurd li dijî şewba vîrûsa koronayê li bajarê Hesekê nexweşxaneyek ji 120 textî ava kir. Nexweşxane bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê ava bû û kesên bi nexweşiya vîrûsa koronayê bikevin wê lê bên dermankirin. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrîn û Serêkaniyê şerê hev dikin
Li Serêkaniyê û Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye di navbera hinek komên çete yên ‘Artşa Millî’ de şer destpê kir. -
Dewleta Tirk demografiya Girê Spî û Serêkaniyê diguhere
Dewleta Tirk piştî êrîşa 9’ê Cotmeha 2019’an û şûnde, bi çeteyên ji bo bajarê Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirî, demografiyê diguere. -
Şaneyek ya MÎT’ê ku çek ji bo çeteyan dibir hate girtin
Li Minbicê şaneyeke ya girêdayî MÎT’ê ku ji bo komê çete yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibir, hate girtin. -
Şervanê QSD’ê Şêxo veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilxwaz Şêxo li bajarê Kobanê hate veşartin. -
Wêne ji bo Mêlîtan vegotina bedewiya jiyanê ye
Şervana YPJ'ê Mêlîtan Kadar ku di heman demê de wênevan e, qala rengîniya jiyana xwe dike û dibêje, wêne ji bo wê rêbazeke vegotinê ye. -
Li biryargeha Difa Wetanî ya Qamişloyê teqînek pêk hat
Li biryargeha hêzên Dîfa Wetanî ya girêdayî hêzên hikumeta Sûriyeyê teqînek pêk hat. -
Rêveberiya Xweser: Wê hinek girtî werin berdan
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku girtiyên nexweş, cezayê hindik mane û yên helwesteke exlaqî nîşan dane, wê werin berdan. -
Cenazeyê du şehîdan li Hesekê veşartin
Cenazeyê şehîd Mecd Nezal Mehmûd û şehîd Zibêr Hemdîn Hemo li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê veşartin.