Heyva Sor a Kurd li Hesekê nexweşxaneya Covîd-19 ava kir

Heyva Sor a Kurd li dijî şewba vîrûsa koronayê li bajarê Hesekê nexweşxaneyek ji 120 textî ava kir. Nexweşxane bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê ava bû û kesên bi nexweşiya vîrûsa koronayê bikevin wê lê bên dermankirin.

Heta niha li tevahiya cîhanê zêdeyî 2 milyon mirov bi şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ketine û zêdeyî 160 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heta niha nexweşên bi Covîd-19 nehatine dîtin. Lê belê Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê li dijî şewbê tevdîran digire. Heyva Sor a Kurd di çarçoveya têkoşîna dijî vîrûsa koronayê de li Hesekê nexweşxaneya Covîd-19 bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê ava kir.

Nexweşxane li gorî pîvanên tibbî yên navneteweyî hatiye amadekirin û her textekî li nexweşxaneyê bi 3 metreyan ji hev dûr e. Nexweşxane ji 2 beşan pêk tê û 120 textên xwe hene. Li beşa yekemîn 60 text hene û ji bo her textî jî tupekî oksîjenê heye. Li beşa duyemîn jî mîna beşa yekemîn 60 text hene. Nexweşxane eger nexweşî belav bibe wê dest bi kar bike.

NEXWEŞXANE WÊ BI 24 SAETAN XIZMETÊ BIKE

Personelên ku li nexweşxaneyê 24 saetan xizmetê bikin doktor û kedkarên tenduristiyê ne yên di bin sîwana Heyva Sor a Kurd de ne. Doktor û kedkarên Heyva Sor wê 3 rojan li gorî pîvanên navneteweyî û çarçoveya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bên perwerdekirin. Perwerde jî ji aliyê saziya alîkariyê ya Îtalyanî ÛBB û Doktorên Sînornenas ve tê kirin.

Nexweşên ku guman heye ku bi vîrûsa Covîd-19 ketine piştî ku 14 rojan li malê di karantînayê de hatin hiştin, dema ku eşkere bû ku bi vîrûsê ne hingî wê li beşa destpêkê ya nexweşxaneyê bên bicihkirin. Eger li Kantona Cizîrê mirovên ku nexweşî li wan giran bûye bê tespîtkirin wê beşa duyemîn a ji 60 textî ya nexweşxaneyê bê çalakkirin. Li beşa yekemîn a nexweşxaneyê ji bo her textî tupê oksîjenê heye, lê cîhaza bêhnstrandinê nîne. Li beşa duyemîn 5 cîhazên bêhnstandinê hene.