Rêveberiya Xweser: Wê hinek girtî werin berdan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku girtiyên nexweş, cezayê hindik mane û yên helwesteke exlaqî nîşan dane, wê werin berdan.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di 4‘ê Nîsanê de bi civîneke çapemeniyê avakirina komîteya şopandina dosyaya girtî û kesên hatibûn revandin, ragihandibû. Erka komîteyê ev bû ku rewşa hemû girtî û kesên hatine revandin, bişopîne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Ji ber înîsîyafîya Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk û banga Neteweyên Yekbûyî ya ji bo berdana hin girtiyan, li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser hin biryar hatin wergirtin. Qanûnên navneteweyî û yên mafên mirovan li ber çavan hatin girtin, girtiyên cezayê wan hindik mane, girtiyên nexweş û birîndar û girtiyên helwesteke baş nîşan dane, wê werin berdan. Girtiyên di nav van kategoriyan wê ji aliyê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeê werin berdan.”