Dagirkeran li Girê Spî rûspiyek revandin
Hate ragihandin, dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî rûspiyê eşîra Neîm Şêx Înezan hatiye revandin.
Hate ragihandin, dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî rûspiyê eşîra Neîm Şêx Înezan hatiye revandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, leşkerên Tirk ên dagirker bi panzerekê û 5 wesayitan avêtin ser gundê Mişerfe El Şeyh ê Girê Spî û Şêx Înezan ji mala wî revandin.
Eşîra Neîm yek ji eşîrên herî girîng ên li herêmê ne. Înezan jî di nava eşîrên Ereb de yên li Sûriyeyê yekî tê dîtin e.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, bûyer piştrast kir.
Nayê zanîn ku Şêx Înezan bi ku ve birine. Aqûbeta wî nayê zanîn.
Înezan, piştî ku dewleta Tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest bi êrişên dagirkeriyê kir ji neçarî gundê xwe terikand û Adara bihurî ji nû ve li gundê xwe vegeriya bû.
Beriya vê bûyera revandinê, rejîma Tirk ji bo guhertina demografiyê bi sedan kes bi 150 wesayitan êvara 20'ê Nîsanê derbasî Girê Spî kir.
Walîtiya Dîlokê piştî van nûçeyan, konvoy piştrast kir. Çavkaniyên xwecihî jî dibêjin, malbatên li Girê Spî hatine bicihkirin malbatên çeteyan ên ji Xûta Rojhilat, Hûms û Idlibê ne.