HRE'yê li sê herêman li dagirkeran da: 6 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Şêrawa, Efrîn û Ezazê li hêzên Tirk ên dagirker dan. Di çalakiyan de herî kêm 6 dagirker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Şêrawa, Efrîn û Ezazê li hêzên Tirk ên dagirker dan. Di çalakiyan de herî kêm 6 dagirker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.
HRE'yê diyar kir ku çalakiyên wan di navbear 15 û 18'ê Nîsanê de hatine lidarxistin. Li gorî daxuyaniyê li Şêrawayê 2, li Ezazê yek û li Efrînê jî 3 çete hatin kuştin.
Daxuyaniya HRE'yê wiha ye:
"Roja 15’ê Nîsanê hêzên me li derdora gundê Kefer Nebo yê bi ser navçeya Şêrawa ve li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Roja 17’ê Nîsanê hêzên me li derdora bajarê Ezazê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin.
Roja 18’ê Nîsanê hêzên me li Çerxerêya Wetenî ya li navenda bajarê Efrînê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Di encama çalakiyên hêzên mê de bi giştî 6 çete hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.
Her wiha li gund û naveçeyên girêdayî herêma Efrîn û Şehbayê tevgera balafirên bêmirov berdewam dike û arteşa dagirker li herêmê gelek gund topbaran kirin."