Hêzên Ewlekariya Hundirîn nuqteyên rejîmê rakirin
Şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişlo û Dîfa Wetenî ya girêdayî rejîma Sûriyeyê, piştî rakirina nuqteyên kontrolê yê dixwestin li taxa Hêlko ku çeteyên peremilîter bûn, bi dawî bû.
Şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişlo û Dîfa Wetenî ya girêdayî rejîma Sûriyeyê, piştî rakirina nuqteyên kontrolê yê dixwestin li taxa Hêlko ku çeteyên peremilîter bûn, bi dawî bû.
Di demê dawî de li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ku bi hewldanên provakatîv dibe rojev, îro jî pêkhateya bi navê Dîfayî Wetenî ya peremilîter ku girêdayî rejîma Sûriyeyê ne ketin nava hewldaneke mîna yên berê.
Di navbera çeteyên Dîfayî Wetenî û Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ku îro hewldan êrîşî bikin şer qewimî.
Çeteyên Dîfayî Wetenî xwestin ku li herêma Meqasim a Taxa Hêlok a Qamişloyê nuqteyan ava bike.
Di şerê rû dayî de, piştî biryara ev peremilîterên girêdayî rejîma Sûriyeyê rawestn, şer dawî bû.
Piştre jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi mekîneyên kar nuqteyên ku rejîmê dixwestin li herêma Meqasim avabikin, hilweşand. Bi vê yekê re alozî jî bi dawî bû.
Berî niha jî çeteyên Dîfayî Wetenî ya girêdayî artêşa Sûriyeyê êrşî nuqteyeke ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiribû.
Her wiha rojên borî jî heman kome çete ya navborî êrîşî wesayîteke ya asayîşê jî kiribû. Di êrîşê de endamekî asayîşê şehîd bûbû, yek jî birîndar bûbû.
Dîsa vê komê li ser rêya Selam a Qamişloyê bi bombeyeke deng êrîşî nuqteyeke ya asayîşê kiribû.
Berî du rojan li fermandariya van çeteyên peremilîter teqînek pêk hatibû.