Li Girê Spî guherîna demografîk: Walî li konvoyê mikur hat
Dewleta Tirk diyar kir ku wan ji Cerablûsa hatiye dagirkirin bi 137 wesayît û 14 otobusan mirov veguheztine.
Dewleta Tirk diyar kir ku wan ji Cerablûsa hatiye dagirkirin bi 137 wesayît û 14 otobusan mirov veguheztine.
Walîtiya Dîlokê îddîa kir ku kesên di konvoyê de ji Girê Spî ne, lê li Cerablûsê dijîn.
Walîtiyê diyar kir ku di 20’ê Nîsana 2020’an de saet di 15.30’an de bi 137 wesayît û 14 otobusan ev veguheztin hatiye kirin.
Beriya vê daxuyaniyê çavkaniyên herêmî diyar kiribû ku dewleta Tirk a dagirker bi konvoyeke 150 wesayîtan malbatên çeteyên Girê Spî veguheztine.
Dîmenên ji herêmê jî vî tiştî piştrast dike. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku nêzî 600 malbatên çeteyan hatine veguheztin.
Hate diyarkirin ku dewleta Tirk ev malbatên çeteyan berê ji Gûtaya Rojhilat, Humus û Îdlîbê anîbû.
Çavkaniyên li Cerablûsê jî diyar kirin dewleta Tirk ji bo şandina Girê Spî dest bi qeydkirina navê malbatên çeteyan kiriye.