Şehîd Argêş Hesekê spartin axê

Cenazeyê şehîd Argêş Hesekê bi tevlîbûna malbat û hevrêyên wî li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê spartin axê.

Di çarçoveya tetbîrên xweparastina ji şewba Koronayê cenazeyê şehîd Hesen Ehmed Ebid El-Mustafa (Argêş Hesekê) ku di Berxwedana Rûmetê de li navçeya Zirganê şehîd bûbû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirt  û li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Merasîm li gorî biryara qedexeya derketina derve tenê bi amadebûna malbata şehîd û hejmareke endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê, pêk hat.

Li goristanê, bi deqeyek rêzgirtinê şervanên QSD`ê merasîm leşkerî lidar xist, piştre bi navê hêzên leşkerî Ciwan Til Temir axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Ciwan Til Temir wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye, bi hemû rêbazan hewl dide herêmê dagir bike û projeya demokratîk a pêkhateyên herêmê têk bibe. Lê belê Hêzên Sûriya Demorkatîk li dijî êrişa Tirkiyê li ber xwe da û bi hezaran şehîd dan."

Piştî axaftina Ciwan Til Temir, cenazeyê şehîd Argêş Hesekê di nava dirûşmeyan de hat veşartin.