Zanîngehên Rojava: Li Wertê armanc destketiyên Kurdan in

Zanîngehên Rojava û Kobanê li ser rageşiya li Zînî Wertê daxuyaniyek dan, diyar kirin hedefa êrîşa Tirk ne tenê gerîla ye, hedef hemû destkeftî û nirxên gelê Kurd e û xwest ku ti aliyê Kurd neyê lîstika deweleta Tirk, hesas û xwedî helwest bin.

Zanîngehên Rojava û Kobanê derheqê rageşiya li Zînî Wertê, ku piştî PDK’ê hêzên leşkerî şandibûn ser herêmê dest pê kiribû, daxuyaniyeke niviskî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca êrîşên Tirk ne tenê gerîla ye, hemû alî û hemû destkeftiyên Kurdan in û bang li hemû hêzên siyasî yên Kurd kir ku neyên lîstikan dagirkeriya Tirk, hesas bin û xwedî helwest bin.

Zanîngehên Rojava û Kobanê di daxuyaniya niviskî de gotin,‘’Heman dewleta Tirk vê carê jî amadekariya şer û êrîşeke nû li Başûrê Kurdistanê dike. Di demeke wiha de ku gel bi hatina biharê re berê xwe dide zozan û baniyan lê mixabin bi gefên êrîş û bombebarana dewleta Tirk re rûbirû dimîne. Herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê jî bi vî awayî di bin gefê de ye. Di bin navê şerê bi gerîla re artêşa Tirk hewl dide ku bost bi bost Başûr dagir bike û her roj niştecihên herêmê bombebaran dike û dikuje. ‘’

‘ARMANC HEMÛ DESKEFTIYÊN KURDAN IN’

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin armanca dagirkeriya Tirk ne tenê gerîla ye, hemû destkeftiyên Kurdan in û bang li hêzên Kurd kir ku hişyar bin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Bêguman her kesê ku hindekî bi siyaseta rojane re têkildar e baş dibîne û dizane ku di vir de armanca dewleta Tirk ji gerîla zêdetir hemû destkeftî û nirxên gelê Kurd e. Pêwîste baş bê zanîn ku tu aliyên Kurd ne li derveyî vê siyaset û êrîşkariya dewleta Tirk in. Ev dewlet li gor rêzebernameyekê tevdigere û hemû sazî û rêxistinên gelê Kurd ji xwe re kiriye armanc.

Lewre jî pêwîst e tu aliyê Kurd ji vê êrîşkarî û siyasetê re nebe navgînî û nekeve leyîstokên êrîşkaran. Banga me ji bo hemû tevger û aliyên siyasiyên gelê Kurd e ku di vê mijarê de hestyar û xwedî helwest bin. Em jî di serî de vê êrîşa dawî, hemû cureyên êrîş û dagirkeriyê şermezar dikin.’’

‘GELÊ KURD BER BI YEKÎTIYA NETEWÎ YA DÎROKÎ VE DIÇE’

Bi berdewamî daxuyaniya ku li ser navê Zanîngehên Rojava û Kobanê hatiye dayin wiha ye:

‘’Gelê Kurd ber bi yekîtiyeke dîrokî ve diçe û di Rojhilata Navîn de pêşengîtiya aşitî û aramiyê dike, her weha şerê li hemberî terorê dimeşîne. Di demeke weha de helwest û tevgerên li dijî vê rastiya gelê Kurd, wê ne tenê zirarê bide gelê Kurd û herêmê, berovajî wê zirara mezin bide xwediyê van helwestan jî.

BANG LI RAYA GIŞTÎ: XWEDÎ HELWEST BIN, BI ERKÊ DÎROKÎ RABIN

Şer bandoreke xerab li hemû warên jiyanê dike. Yek ji van jî qada perwerdê, zanîn û zanîngehê ye. Em weke xwendekar û mamosteyên zanîngehên Rojava û Kobanê me jî ji vî şerî zirareke mezin dît. Lewre jî bangawaziya me ji bo hemû tevger û aliyên Kurdî û raya giştî ew e ku li hember vê xeteriyê bi hestyarî tevbigerin û xwedî helwest bin. Ev yek erkeke dîrokî û mirovî ye. Em di wê baweriyê de ne ku xwedîderketina vê erkê û helwesta hevpar wê rê li ber vê êrîşkariyê bigre.’’