Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê kesek din jî qetil kir
Çeteyên koma Sûltan Mûrat a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesek lînç kir. Elî Ehmed (74) ê bi giranî birîndar bû mir.
Çeteyên koma Sûltan Mûrat a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesek lînç kir. Elî Ehmed (74) ê bi giranî birîndar bû mir.
Çavkaniyên herêmî ji Efrînê destnîşan kirin ku şêniyê bi temen mezin Elî Ehmed 74 salî ji şêniyên bajarokê Meydankî yê girêdayî navçeya Şera li kantona Efrînê îro piştî ku çeteyên SÛltan Murad lê dan, ji ber birînên giran jiyana xwe ji dest da.
Girêdayî deteyên bûyerê çavkaniyan gotin: “Elî Ehmed 200 serî pez di nav zeviya xwe de ya li nêzî mala xwe li gund, diçêrandin çeteyan rê li ser birîn û bi awayekî hovane lêdan. Elî Ehmed dema radikirin nexweşxaneyên Efrînê ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest dide”.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku Polîsa Sivîl ji ber tirsa ji çeteyên SÛtan Murad ên girêdayî istixbarata Tirkiyê mudexeleya bûyerê nekir û sûcdar negirtin.
Beriya du rojan çeteyên artêşa Tirk a dagirker jinek bi navê Fatme Kene (74) di mala wê de lêdan û xeniqandin.