ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk bombeyan li sivîlan dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker li gundên Girê Spî û Eyn Îsayê êriş bir ser sivîlan. Ji ber êrişê xisar li mal û zeviyên genim ên gundiyan bû. -
Hêzên Sûriyeyê mekîneyeke kar a artêşa Tirk rûxand
Hêzên Sûriyeyê mekîneyeke kar a zirxî ya artêşa Tirk a li gundê Afesê çeper dikolan, rûxand. -
Li Girê Spî bombe li malan barandin, zevî şewitandin
Artêşa Tirk a dagirker malên gundên Zey Ereb û Zenûbiya yên Girê Spî dan ber topan û zeviyên çandiniyê jî şewitandin. -
QSD'ê nasnameya 4 şervanên xwe yên li Eyn Îsa şehîd ketibûn eşker kirin
QSD’ê nasnameya 4 şervanên ku 30’ê Nîsanê di berxwedana li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundên Eyn Îsa yên herêma Firatê de şehîd bûbûn, eşkere kirin. -
'Bi berxwedanê em ê bi misogerî vegerin Efrînê'
Meclîsa Kantona Efrînê diyar kir ew ê tim li ber xwe bidin û bang li saziyên navneteweyî kir ku li bara rûdanên li Efrînê bihistyar bin. -
Li Sûriyeyê êrişên hewayî: 14 milîsên alîgirê Îranê mirin
Li herêma Dêra Zorê ya Sûriyeyê, nîvê şevê êrişên hewayî hatin kirin. Hate ragihandin ku 14 şervanên Îranî û milîsên hevalbendên wan hatine kuştin. -
Êrîşî gundên Girê Spî hatin kirin
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Zenûbiya û Zinar Ereb ên Girê Spî kirin. -
Li Reqayê di goreke komî de 51 cenaze hate derxistin
Di goreke komî ya li herêma Til Zedan a dikeve rojhilatê Reqayê de 51 cenaze hate derxistin. Tê texmînkirin ku li vê gora komî bi kêmanî 200 cenaze hebe. -
Rejîma Tirk bênavber hêzên xwe dişîne Idlibê
Li gel agirbesta navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê ku li ser Idlibê hate kirin, dewleta Tirk bênavber leşkerên xwe dişîne herêmê. -
Gabrîel: Rewşa li Girtîgeha Hesekê di bin kontrola me de ye
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kir ku wan li Girtîgeha Hesekê pêşiya reva çeteyên DAÎŞ’ê girtine û rewşa li girtîgehê di bin kontrola wan de ye. -
Çeteyên DAÎŞ’ê hewl dan birevin
Nêzî 5 hezar çeteyên DAÎŞ’ê yên li Girtîgeha Hesekê dîsa hewil dan ku birevin. Hate ragihandin ku rewşa li girtîgehê ketiye bin kontrolê. -
Dagirker êrîşî gundên Şerayê dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan û çekên giran êrîşî gundên Şeraya Efrînê dikin. -
‘Înîsîyatîfa Neteweyî ya ji bo Yekîtiya Kurdan hate avakirin’
Li Rojava Înîsîyatîfa Neteweyî ya ji bo Yekîtiya Kurdan hate avakirin’. -
Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê: Dewleta Tirk hovîtiyê dike
Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê bal kişandin ser kirinên bi hovîtî yên li deverên ku dewleta Tirk dagir kirine û bang li civaka navnetewî kir. -
'Dûrzî Sûriyeyeke demokratîk û azad dixwazin'
Parêzerê Dûrzî yê ji Suveydeyê Adil El Hadî diyar kir ku Dûrzî Sûriyeyeke demokratîk û azad dixwazin û got, "Modela rêveberiya xweser a demokratîk modela herî guncav û hevgirtî ya çareseriya krîzên li Sûriyeyê ye." -
Dagirkeran êrîşî gundê Xirbitbeqir ê Girê Spî kirin
Dagirker êrîşî sivîlên li gundê Xirbirbeqir ê Girê Spî dikin. -
Şêxo: Efrîn bûye navendên êşkencexaneyan, 6 hezar kes hatine revandin
Hevserokê Saziya Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo bal kişand ku Efrîn veguheriye navendên êşkencexaneyan û agahî ji 6 hezar welatiyên sivîl ên Efrînê ku li girtîgehên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne nayên girtin. -
Çeteyên bişînin Lîbyayê ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê kirin
Dewleta Tirk îro 100 çeteyên ‘Artêşa Mîllî’ ya ku wê bişînin Lîbyayê ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê kirin. -
Li Cerablûsê di nava çeteyan de şer derket
Li Cerablûs a ku di bin dagirkeriya deweta Tirk de ye, di navbera koma çeteyên Ehrar Şerqiye û polîsên dagirker de şer derket. -
Depoyeke çekan a li Helebê teqiya
Li nehiyeyeke herêma Helebê ya Sûriyeyê depoyeke çek û cebilxaneyan teqiya. -
Helîkopterên Îsraîlê li Sûriyeyê dan
Hate ragihandin, helîkopterên Îsraîlê fuze avêtin başûrê Sûriyeyê. -
Gaziyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê Gulanê pîroz kirin
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê Gulanê Roja Piştevanî û Têkoşînê ya Karkeran pîroz kir. -
Şoreş bi kedeke mezin tê hûnandin
Kedkarên ku xwe li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin kirine, li gel şert û mercên giran jî şoreşê bi keda xwe dihûnin. -
Kedkarên şaredariya Efrîn li Şehbayê 1’ê Gulanê pîroz kir
Kedkarên Şaredariya Efrînê li Şehbayê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê Roja Karkeran pîroz kir. -
Saziyên Efrînê ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin
"Em vê salê bikin saleke dîrokî ji bo doza Kurd. Bila bibe sala yekbûn û serketinê. Şerê birakujiyê were jibîrkirin. Serketin bi rêya yekîtiyê bi dest dikeve. Bi taybetî di sozên çarenûsa paşeroja hebûna gel de."