Qedexeya derketina derve ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dirêjkirin
Di çarçoveya têkoşîna bi şewba Covîd-19 re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêze biryarên nû girtin û qedexeya derketina derve jî heta 1’ê Gulanê dirêj kir.
Di çarçoveya têkoşîna bi şewba Covîd-19 re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêze biryarên nû girtin û qedexeya derketina derve jî heta 1’ê Gulanê dirêj kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hinek biryarên nû girt. Li gorî biryara dema qedexeya derketina derve heta destpêka meha Gulanê hate dirêjkirin. Xebatên çandinî û hin beşên din di ber çavan re tê derbaskirin.
Biryarên nû yên Rêveberiya Xweser wiha ne:
Tevahiya dermanxaneyên (mirovî, çandinî, beytarî) , dikanên frotina sebze û fêkiyan, dikanên firotina goşt û şêranî, tevahiya besta û firoşkarên gerok dikarin di dema qedexeya derketina derve de kar bikin.
Dikanên madeyên xwarinê di dema qedexeya derketina derve dikarin bên vekirin.
Dikanên serfkirina pere û hewale di rojên În û Şemiyê de tên vekirin.
Warên avahîsazî, werşeyên firotina madeyên avakirinê û tevahiya dikanên herêmên pîşeyî dikarin di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de kar bikin.
Tevgera birayên cotkaran û karkeran tê hêsankirin bi şerta ku hejmara karkeran di erebeyekê de 10 kesan derbas neke.
Erebeyên veguhestina madeyên xwarin, paqijî, derman, şîrê zarokan, pêdiviyên tenduristiyê û dezenfektekirin û sotemenî dikarin di navbera rêveberiyan de û di her rêveberiyekê de tev bigerin.
Xwediyên kar ên tevahiya waran dikarin bixebitin, lê bi şerta ku rêbazên xweparastina kesayetî bikar bînin, mask û lepikan xwe bikin,her wiha ji kombûna dûr bikevin.
Ev biryar wê ji bo hemû saziyên eleqedar re bê şandin.