Rojnamegeriya Kurd li ser rêya heqîqetê ye

Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê Roja Rojnamgeriya Kurd pîroz kirin û gotin,''Li gel hemû zextan jî rojnamegeriya Kurd wê heqîqetê ragihîne.''

Yek ji rojmagera Kurd Xeznê Nebî ku ji mêj ve li  Rojavayê Kurdistanê li ser rêça çapemeniya Kurd dimeşe zextên li ser rojnamegeriya Kurd bi bîr xist û got, ''Rojnamgeriya Kurd jî li dijî vê weke ku di mewziya fikir û şer a çekdarî de be berdêla vê dide.''

Hesen Remo ku li Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku rojnamegeriyê dike behsa serdema ku rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê ya Misrê çap bûyî, kir û got wê demê jî zext li ser Kurdan hebûn, ji ber zilma Tirk a bi pêşengiya Îttîhat Terakî rojname li Misrê derketiye.

Remo kovara Hawarê ku 1932'an çap bûyî jî bi bîr xist û got, ''Kir ku zimanê Kurdî li xwe bide, geş bibe. Kir ku Kurd bi zimanê xwe bidin û bistînin.''

PARTIYAN QELS KIR

Remo got piştî 1940'î piştî ku partiyên siyasî yên Kurd derketin holê çapemeniya Kurd qels maye û got,''Ji bo ku partiyên siyasî di berjewendiya xwe de derdixistin, çapemeniya Kurd qels ma. Li Rojava piştî 1957'an partiyên siyasî derketin holê. Piştî ku hijmara partiyan zêde bû çapemeniya Kurd pr qels ma. Bûne broşûrên reklamê ya partiyan.''

DEWLETA TIRK NEKARÎ KU ASTENG BIKE

Remo got bi damezirîna PKK'ê re ji bo Kurdan rewşên nû derketine holê, rojnameya Serxwebûnê bi bîr xist û got, ''Ji bo geşbûna çapemeniya Kurd bû faktoreke sereke. Serxwebûn, nexasim li Bakurê Kurdistanê bû kartêkeke mezin. Çapemeniya Kurd li Bakurê Kurdistanê, nexasim piştî 1990'î gavên mezin da ber xwe. MÎT'ê tim navendên çapemeniya Kurd kire hedef. Rojnamevanê mîna Mûsa Anter hatin qetilkirin.  Li gel zilm û zordariya dewleta Tirk jî nekarî pêşî li geşbûna çapemeniya Kurd bigire.''

BANDORA ŞOREŞA ROJAVA

Remo her wiha got li Sûriyê ji ber ku çapemenî di destê rejîma BAAS de bû zêde li xwe nedaye, bi Şoreşa Rojava de geşedanên girîng çêbûne û got,''Gelê Kurd ne rojname û ne jî televizyon nedişopand. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hîmê çapemeniya Kurd bû li Rojava. Rojnamevanan ji aliyekî ve xebatên xwe didomandin û ji a liyê dî ve jî derdora xwe perwerde dikirin.''

Remo bi berdewamî got,''Piştî ku ciwanên Rojava hatin perwerdekirin gavên nû hatin avêtin. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), ajansa pêşî ya nûçeyan a li Rojava hate demezirandin.'' û got HAWAR ji serê şoreşê ve bû dengê civakê.

Remo her wiha bal kişande ser zext û zordariya Tirk a li ser rojanamegerên Kurd, got, ''ANHA di êrîşên çeteteyên dewleta Tirk de çar şehîd dan, gelek xebatkar birîndar bûn'' û êrîşa Tirk a dema Girê Spî ya li ser sivîl û rojnamegeran bi bîr xist, diyar kir dewleta Tirk nûçegihan rasterast kirine hedef.

'ROJNAMEGERIYA KURD NE SÛC E''

Remo her wiha zext û terora dewleta Tirk a li bakur ya li ser rojnamegerên Kurd jî bi bîr xist, got gelek rojnameger niha girtî ne û got, ''Rojnamegeriya Kurd ne sûc e, rojnamegerên Kurd ne terorîst in.''

ÇAPEMENIYA KURD WEKE ÇINARÊ YE

Ji Ronahî TV'yê Xezne Nebî jî got, ''Dema ku rojnamegeriya Kurd tê gotin dara çinarê bi bîra min tê. Carinan pelên wê diweşin, carinan çeqlên wê têne şikandin, carinan ba lê dide. Carinan tî dimîne, carinan di bin avê de dimîne. Carinan hin çeqlên wê ji ber nexweşiyê, bayê diçin lê her demê dar li cihê xwe dimîne. Carinan çeqlên dara çinarê dişikin têne avêtin lê piştre dîsa zîl dide.''

'BI KEDEKE MEZIN XEBATÊN GIRÎNG TÊNE KIRIN'

Nebî diyar kir pir girîng e ku Ronahî TV ya ku li Ewropayê dest bi weşana xwe kirî niha li Kurdistanê weşana xwe dike û got, ''Ronahî TV bi domdarkirina weşana xwe ya li Kurdistanê careke dî bû xwedî çand û nasnameyê. Niha dîmên li ekranê, bi rengekî zindî rûdanê vedibêje. Bi kedeke mezin xebatên girîng têne kirin. Li gorî şoreşê kêm ma lê bi qasî tecrûbeya kêm a qenalê û xebatkaran bû dengê şroeşê. Heta niha bi xebateke bi xwestekke mezin ya xebatkar û kedkaran didome.''

ROJNAMEGERIYA KURD BERDÊLAN DIDE

Xezne Nebî heerî dawî bi bîr xist ku tim zext û zordarî, tecrîd û asîmîlasyon li ser Kurdan heye û got,''Rojnamegeriya Kurdî li dijî vê weke ku di mewziya ramanê û şerê çekdarî de be berdêlan dide. Di vê rêyê de bi dehan leheng şehîd bûn. Şehîd Rizgar Deniz got,''Heta ku ji dest min were ez ê xwe biparêzim. Lê heke wê wêneyek dîroka Kurdan biguherîne ez ê bêdudilî canê xwe bidim. '' Şehîd Dîlîşan Îbîş jî got,''Heta ku bijîm ez ê rojnameger bim û hewl biim bi berpirsyariya şoreşê rabim.'' Ev ne beleheq hatin gotin.''