Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî êrişên Difa El-Wetenî ya li dijî nuqteyên hêzên wan ên li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Milîsên bi navê Difa El-Wetenî yên girêdayî hêzên rejîma Sûriyê kiryarên xwe yên hovane li bajarê Qamişlo didomînin. Bi armanca belavkirina tevliheviyê, têkbirina ewlehiya herêmê û çandina nakokiyê di bajêr de, qedexeya derketina derve bi kar anî.
Endamên Difa El-Wetenî roja Sêşemê 21`ê Nîsanê nuqteyek leşkerî ya girêdayî hêza me li taxa Helko ya li nêzî nuqteya wan kir hedef. Milîsan hewl da herêmên dibin kontrola hêzên me de destser bike û nuqte û bendên xwe li nêzî xeta tirênê ava bike. Di çend rojên dawîn de gule li endamên me û nuqteyên me yên leşkerî berandin. Li ser wê hêzên me bersîva jêderên gulebaranê dan.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriye ji tevahî gelê xwe re diyar dikin ku em li hemberî her aliyekî ku hewl bide ewlehiya bajarên me û selametiya welatiyên me bike hedef, bêdeng nemînin. Nêzîkatiyên ji aliyê milîsên girêdayê rejîmê ve hatin kirin nîşaneya lawazbûna rejîmê û milîsên wê diyar dike. ji ber ku di demekê de ku hêzên me bi parastina bajar û welatiyên me ji şewba ku li cîhanê belav bûye, mijul e ev kirayên tirsonek têne kirin.
Em li gorî banga Neteweyên Yekbûyî ya agirbestê tev digerin, lê milîsên girêdayî rejîmê li gorî vê yekê tevnegerin, berojvajî wê hewl dide bi nêzîbûna meha Remezanê ya pîroz tirsê di nava şêniyan de çêbike."