Hunermendên Rojava ji bo Zînî Wertê banga diyalogê kir
Hunermendên Rojava li Qamişloyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji bo aloziyên li Zînî Wertê ya li Başûrê Kurdistanê banga çareseriyê ya bi rêya dîyalogê kir.
Hunermendên Rojava li Qamişloyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji bo aloziyên li Zînî Wertê ya li Başûrê Kurdistanê banga çareseriyê ya bi rêya dîyalogê kir.
Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li Qamişlo pêk hat.
Daxuyaniyan hunermendan wiha ye:
"Herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê di van çend rojên dawîn de bû navenda gengeşeyê.
Di encama nakokiyên partiyên Başûrê Kurdistanê de bû encam ku alozî li wê herêmê rû bide ku dibe di demên pêş de kûr bibin û encamên xerab bi xwe re bîne. Em vê rewşa hestiyar dişopînin, hêvî ji aliyan dikin ku vê rewşê deynin aliyekî ku parçebûn nekeve nav mala Kurdan. Em tekez dikin ku nakokiyên aliyên Kurdî, wê encamên xerab bi ser Kurdan de bînin û dikeve xizmeta neyarên Kurdistanê, ger ev alozî berdewam bike dê mala Kurdan li Başûrê Kurdistanê parçe bibe, qezencên dîrokî yê gelê me dê wêran bibin. Hêzên herêmî ku li wê herêmê hene ku çavên xwe bera welatê me dane, lîstok û kiryaran pêş dixîne ku tûşî van lîstokên xapînok nebin, ger tiştekî wisa çêbe û guhdan bi lîstokan bû dê şerekî birakujî rû bide û encamên erênî bi xwe re nayne.
Lewra em bangewaziyê li hemû aliyan dikin ku dest bi diyalogê bikin, şerê hev nekin, bi rê û rêbazên leşkerî.
Di dîroka Kurdistanê de mînak pir in ku dijmin û neyaran xwestiye ku şerekî di nava Kurdan de gur bikin, da ku destkeftî û tevgerên bo çewisandina mafên Kurdan lawaz bikin, lewma hizra di berjewendiya Kurdî de, hevpeymana hêzên kurdistanî yên siyasî û leşkerî, ew tekane rêye ku planên dijminan têk bibin ku nahêlin Kurd bigihêjin pêkanîna xewnên xwe.”