Wêne ji bo Mêlîtan vegotina bedewiya jiyanê ye

Şervana YPJ'ê Mêlîtan Kadar ku di heman demê de wênevan e, qala rengîniya jiyana xwe dike û dibêje, wêne ji bo wê rêbazeke vegotinê ye.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku bi lehengiya xwe ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li cîhanê deng veda, xwedî jiyaneke rengîn e.

Li gel şervaniya xwe, her wiha huner, stranbêjî û wênevanî jî beşeke girîng a jiyana YPJ'iyan e.

Yek ji van hunermendên YPJ'î jî Mêlîtan Kadar e.

Mêlîtan Kadar ji zarokatiya xwe ve wêneyan çêdike.

Ji bo wê çêkirina wênevan şêweyekî vegotina fikir û hestên xwe ye.

Ew dibêje, tiştên ku bi gotinê bi têrkerî nikare vebêje, wê rêya wêneyan vedibêje.

Bi taybetî jî hezkirina xwe ya li jiyanê.