Çeteyên dewleta Tirk li Efrîn û Serêkaniyê şerê hev dikin

Li Serêkaniyê û Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye di navbera hinek komên çete yên ‘Artşa Millî’ de şer destpê kir.

Îro saet 22:30’î de li Serêkaniyê û Efrînê di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer derket. Li taxa Mahmûdiye ya Efrînê ku du salin di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di navbera komên çete yên Cepeht El Şamiye û Sûltan Mûrat ên girêdayî ‘Artêşa Millî’ de şer destpê kir. Şer bi ketna koma çete ya Ehrar El Şerqiye ya demek berî niha ya taxê re bi dawî bû.

Dîsa îro saet 10:30’ê li kolana Dêran a li navenda bajarê Serêkaniyê di navbera çeteyên Ketîbe Mûstaim û polîsên leşker de şer derket. Di şerê hê jî dom dike de derket holê ku piştî polîsên leşkerî çend ji çeteyên tabûra çeteyên Mûtasim girtin û şûnde destpê kiriye.

Dîsa li gorî saeta herêmî saet 23:00’an de li taxên Muhatta û Xiraba yên Serêkaniyê di navbera komên çete yên Ehrar Şarqiye û Hamzat de şer qewimî. Di şerê qewimî de hewan û çekên giran hatin bikaranîn û heta niha çeteyek yê koma Hemzat miriye.

Li Serêkaniyê jî di deqeyên dawî de jî şer dijwar bû. Hate ragihandin ku hinek gule li malên Serêkaniyê ya Rihayê jî ketine, ji mizgeftan anons tênkirin ku welatî ji malan dernekevin.