Dewleta Tirk demografiya Girê Spî û Serêkaniyê diguhere

Dewleta Tirk piştî êrîşa 9’ê Cotmeha 2019’an û şûnde, bi çeteyên ji bo bajarê Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirî, demografiyê diguere.

Dewleta Tirk çeteyan ji Cerablûsê vediguhêze bajarê Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Dewleta Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirî, di dema şewba Covîd-19 de xebatên guhertina demografiyê bê naver dewam dike. Di nava hefteya dawî de bi hezaran kes ji Cerablûs a di bin kontrola çeteyên girêdayî Tirkiyeyê de li ser Riha-Dîlokê re gihandin Girê Spî û Serêkaniyê.

Mirovên ku ji Cerablûsê hefteya borî bi alîkariya wesayîtên zirxî nêzî 60 wesayît, veguhezandin Kaniya Xezalan a Rihayê, ji vir jî di saetên şevê de derbasî Serêkaniyê kirin.

Duh jî bi hezaran kes ji Cerablûsê derbasî Kaniya Xezala kirin. Ji vir jî derbasî Girê Spî kirin.