Şêx Baqî ji Barzanî pirsî: Gelo yên meşrû baregehên Tirk in?
Serokê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî li ser rayedarên PDK'ê ku merşûiyeta PKK'ê dike hedef got,"Gelo yên meşrû baregehên Tirk in?"
Serokê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî li ser rayedarên PDK'ê ku merşûiyeta PKK'ê dike hedef got,"Gelo yên meşrû baregehên Tirk in?"
Cemal Şêx Baqî li ser gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên din ku dibêjin,"PKK li Başûrê Kurdistanê ne meşrû ye", "PKK divê ji Başûrê Kurdistanê derkeve" diyar kir ku ew gotinên "pûç û beleheq û bêkêr in."
Baqî got, "Rayedarên PDK'ê çima hebûna PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê meşrû nabînin? Mirov nikare nêzîkatiyê li dijî berjewendiya gel, netewe û welatekî bike. Pîvan wiha nabe, pîvan şaş e. Ya meşrû doza me ye, hebûna welatê me ye, têkoşîna me ya ji bo azadiya welatê me û tevgera me ye. Meşrûbûn ev e û ji vê tê."
'PLANÊN LI SER ROJAVA Û BAŞÛR JI HEV NE QUT IN'
Cemal Şêx Baqî bal kişande ser rûdana li Zînî Wertê û got, plansaziyên li ser Rojava û Başûr ên dewleta Tirk ji hev ne bêrî ne û diyar kir, bi rewşa Wertê re dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê bê vîn bihêle, bike bin xizmeta plana xwe.
'DIXWAZIN ROJAVA Û QENDÎLÊ BIFETISÎNIN'
Baqî got, "Dewleta Tirk bi rengekî aşkere dixwaze Qendîlê û Rojavayê Kurdistanê ku du ronahiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê û şoreşgeriya wê ne dorpêç bike û bifitisîne". Bi dewamî got, "Dewleta Tirk ji aliyê dî ve ji Zaxo û Duhokê dixwaze dest pê bike û hemû sînorê Tirkiyê û Iraqê bistîne û Qendîlê ji qadên din ên gerîla qut bike, dorpêç bike. Heke bikaribe vê temam bike wê leşkerên xwe yên li baregehên din ên li Başûrê Kurdistanê bibe Şengalê û van deveran dagir bike. Heke vê bike hem wê Qendîlê û hem jî Rojava dorpêç bike û bifetisîne."
'YÊN MEŞRÛ BAREGEHÊN TIRKAN IN?''
Cemal Şêx Baqî gotina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ku gotibû, "PKK li ti devera Herêma Başûrê Kurdistanê ne meşrû ye. Herêma Kurdistanê ne qada xebat û çalakiyan a PKK'ê ye" got, "Şaş e ku hin rayedarên Başûrê Kurdistanê nîqaşê li ser hebûna PKK'ê û gerîla û meşrûbûnya wê ya li Başûr bikin. Ev gotinên bi vê biwarê yên li ser meşrûbûna PKK'ê ya rayedarên Başûrî gotinên pûç, beleheq û bêkêr in.
Em beriya her tiştî dibêjin, gelo bi dehan baregehên leşkerî yên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê meşrû ne? Heke partiyek an jî aliyek vê hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê meşrû dibîne divê mirov vê jî bibeje. Herêma Başûrê Kurdistanê û hikûmeta wê hê jî bi ser Iraqê ve ne. Gelo dewleta Iraqê ev baregehên Tirk qebûl kirine? Gelo Kurd ji van baregehên Tirk dilxweş in? Gelo yên meşrû baregehên Tirk in?"
Baqî her wiha pêvajoya Enfale û piştî qirkirina Halepçeyê bi bîr anî û got, "Gelo hebûna YNK'ê û PDK'ê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne meşrû bû? Hemû Kurdan hebûna wan a li van deran hemêz nedikir? Îro hebûna PDK a Îranê li Başûr ne meşrû ye? Em hemû Kurd li dij ranebûn dema ku baregeha PDK-Î li Başûr hate bombekirin?
Rayedarên PDK'ê çima hebûna PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê meşrû nabînin? Mirov nikare nêzîkatiyê li dijî berjewendiya gel, netewe û welatekî bike. Pîvan wiha nabe, pîvan şaş e. Ya meşrû doza me ye, hebûna welatê me ye, têkoşîna me ya ji bo azadiya welatê me û tevgera me ye. Meşrûbûn ev e û ji vê tê."
'DIVÊ EM JI PLANÊN DEWLETA TIRK RE NEBIN PIYON'
Li ser şandina hêza leşkerî ya bi ser Wertê de ya bi destê PDK'ê Baqî got, ev plansaziya dewleta Tirk e û domand, "Dixwazin nokokiya nav Kurdan geş bikin, bikin ku Kurd bi hev bikevin û destkeftiyên Kurdan têk bibin. Ên ku ev plan danîne û dijminên Têkoşîna Azadiya Kurd in û yên ku ev krîz ava kirine ew in.
Em Kurd jî divê em vê planê bişkînin. Ev tevger tevgereke azadîxwaz e. Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Naxwe doza civakeke dîrokî ye. Di vê rêyê de bi sedan, bi hezaran şehîd dane. Ev planên gemarî zû dereng wê pûç bibin. Divê em xwe nekin piyonên van planan. Divê em li hebûn û doza gelê xwe xwedî derkevin."
'RIZGARÎ NE BI DIJMIN RE, LÊ BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE'
Baqî herî dawî got berjewendiya Kurdan ne bi dijminên Kurdan re, Kurd bi yekîtiya neteweyî dikarin berjewendiya xwe biparêzin û got, "Em vegerin ser alaya ku nûnertiya berjewendiya Kurdan dike. Rizgarî û felata me ne meşa bi dijmin re ye. Rizgariya me di destê Kurdan de ye û bi li xwe xwedîderketinê ye."