Dagirkeran li Girê Spî 600 malbatên din yên çeteyan bi cih kirin

Dewleta Tirk demografiya bajarê Girê Spî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diguhere. Dagirkeran ji Cerablûsê nêzî 150 wesayît bi şeklê konvoyê malbatên çeteyan li bajêr bi cih kirin.

Dewleta Tirk a Girê Spî dagir kiriye, demografiya wê diguhere. Nêzî 600 malbatên çeteyan ên li Cerablûsê dijiyan, bi 150 wesayîtan bi şeklê konvoy birin Girê Spî. Hate zanîn ku ev malbatên anîn, malbatên çeteyane ji berê ji Rojhilatê Gutayê, Humis û Îdlîbê anîne.

Ji aliyê din ve li gorî agahiyên ku ji jêderên li Cerablûsê hatin girtin, Meclîsa Xwecihî ya Cerablûsê ya ku girêdayî dewleta Tirk, navên malbatên ku bişînin Girê Spî tomar dikin.