Şaneyek ya MÎT’ê ku çek ji bo çeteyan dibir hate girtin

Li Minbicê şaneyeke ya girêdayî MÎT’ê ku ji bo komê çete yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibir, hate girtin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku ku şaneyek veşartî girêdayî MÎT‘ a Tirkiyê girt ku çek ji herêmên dagirkirî ji şaneyên terorîst ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dişand, girtine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Yekîneyên Antî-Teror ya girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê roja 19‘ê Nîsana 2020‘an li sînorê navbera bajarê Minbicê û herêmên bi bin serweriya dagirkeriya Tirk de şaneyek ku çek ji şaneyên girêdayî îstîxbarata Tirk (MÎT) û çeteyên Ehrar El-Şerqiya dişandin, girt.

Yekîneyên Antî-Teror piştî xebatên çavdêrî û şopandinê bi kemînekê endamên şaneyê ku 4 kes in girtin. Di lêpirsînê de diyar bû ew çek ji aliyê wan ve dihatin amadekirin da ku ji şaneyên girêdayî (MÎT) yên li Reqayê re bişînin. Ji çekên ku bi wan re hatin dîtin û hatin desteserkirin" 35 Kalashnikov - 7 NATO- 1M Sixteen number 1 ."

Roja 3‘yê Nîsanê Yekîneyên Antî- Teror yên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê terorîstek ku hewl da xwe li bajêr Minbicê biteqîne, girtibû. Ev kiryar dikeve rêze êrîşên terorên yên ku MÎT’ê yên li dijî herêmên ewle yên di bin parastina QSD‘ê de.