ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Em ê xeyalên Osmaniyan vala derbixin’
Gelê Kantona Qamişlo yê li dijî gefên êrîşên dewleta Tirk ên li ser Dêrik û Şengalê derketîn qadan, diyar kirin ku dewleta Tirk bi xeyalên Osmaniyan dixwazin axa wan dagir bikin. -
Li Helebê qetlîama Til Rifatê hate protestokirin
Li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê gel daketin qadan û qetlîama Til Rifatê protesto kirin. -
PYD'ê serfiraziya Kobanê pîroz kir
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê serfiraziya Kobanê pîroz kir û got, ''Em sond dixwin ku têkoşîna xwe geş bikin û xaka xwe rizgar bikin.'' -
TKP-ML TÎKKO şehîdên şoreşê û partiyê bi bîr anî
Fermandariya Rojava a TKP-ML TÎKKO di salvgera serfiraziya Kobanê de şehîdên şoreşê û partiyê bi bîr anî. -
Parêzerên Cizîrê: Em parêzerên Ocalanin
Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê, bang li saziyên Ewropayê kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bikevin tevgerê û hinek xwe weke parêzerên Rêber Apo diyar kirin. -
YPG: Bi ruhê Kobanê em ê li dijî her cûre dagirkeriyê bisekinin
Fermandariya Giştî ya YPG`ê di salvegera Berxwedana Serdemê ya Kobanê de daxuyaniyek da û got, ew ê bi ruhê berxwedana Kobanê li dijî her cûre dagirkeriyê bisekinin û bi biryardariyeke mezin wê têbikoşin û gel, welat û nirxên mirovahiyê biparêzin. -
Li Hesekê erdheja bi dijwariya 5.2 pileyî
Li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dijwariya 5.2 pileyî erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê tiştek bi kesî nehatiye. -
Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê mîrateya cîhanê ye
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku Berxwedana Kobanê mîrateya cîhanê ye û destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî bi qasî rizgarkirina Kobanê girîng e. -
Berxwedana ku bû dîrok: Serketina Kobanê
Ji bo Kobanê pênaseya ‘bajarê şehîd’ hatibû kirin û berxwedana wê şibandin berxwedana Stalîngradê. Piştî şer û berxwedana 134 rojan, şervanên Kurd di 26’ê Çileya 2015’an de Kobanê azad kirin û serkeftin ragihandin. -
Li Girê Spî teqîn
Li navenda bajarê Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, êrişeke xwekujî pêk hat. -
Dewleta Tirk li sînorê Dêrikê keşf kir
Dewleta Tirk a dagirker li sînorê Dêrikê yê herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê keşif kir. -
MSD: Divê hesabê Til Rifetê ji dewleta Tirk bê pirsîn
MSD'ê bal kişand ser komkujiya ku dewleta Tirk li Til Rifetê kiriye û ji bo hesabê vê yekê ji dewleta Tirk bê pirsîn bang kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk bavê DAÎŞ'ê ye." -
Îlham Ehmed: Li dijî êrişan, hîn bi xurtî tevlî Rêveberiya Xweser bibin
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir, DAÎŞ'ê bi qetilkirina du endamên Meclîsa Şedadê êriş biriye ser azadiya jinê ku bi Rêveberiya Xweser re bi pêş ketiye. -
QSD’ê li Dêra Zor û Qamişlo li dijî DAÎŞ’ê operasyon kir
QSD`ê li Qamişlo û Dêra Zorê li dijî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê operasyon kir û 5 çete girtin. -
El-Asî: Êrîş bibe wê şerekî berfireh li Rojava biqewime
Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî diyar kir ku ne dûr e ku dewleta Tirk êrîşî herêmê bike got: "Her êrîşek tê wateya şerekî nû yê bê dawî, wê şer li seranserî sînor ji Dêrikê bigire û heta Efrînê be. -
Li Dêrik û Koçeratê li dijî dagirkeriyê meş û mîtîng
Li Dêrik û Koçeratê bi sedan kes li dijî amadekariyên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meş û mîtîngek lidar xistin. -
DAÎŞ'ê berpirsyariya qetilkirina 2 jinên li Hesekê li xwe girt
Berpirsyariya revandin û qetilkirina bi rengekî hovane ya 2 jinên rêveber ên li herêma Hesekê, çeteyên DAÎŞ'ê li xwe girtin. -
'Tirkiye sûcê qirkirinê dike, divê tavilê hesab jê bê pirsîn'
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bal kişand ser komkujiya li Til Rifetê û diyar kir ku dewleta Tirk sûcê şer û qirkirinê dike, divê tavilê hesab jê bê pirsîn. -
Sozda Efrîn: Em ê bajarên dagirkirî rizgar bikin
Ji fermandarên YPJ'ê Sozda Efrîn diyar kir ku wê bi baweriya gelê xwe, herêmên dagirkirî rizgar bikin û ji bo vê armancê jî bi taybetî bang li ciwanan kir. -
Li Cenevreyê Kurd û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nîne, hêvî jî nîne
Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê cara 5'an li Cenevreyê li hev dicive. Nûnerê NY'ê yê ji bo Sûriyeyê Peterson bêhêvî banga 'hevkariya navneteweyî' kir. Di navbera dewleta Tirk û Îxwan de jî nakokiyên neyekser hene. -
Hejmara şehîdên Til Rifatê bû 4
Hejmara şehîdên li Til Rifatê bû 4. -
Cenazeyê Nazliye Mistefa ya ku dewleta Tirk qetilkirî, hate veşartin
Nazliye Mistefa ya ku di êrîşa dewleta Tirk a li Til Rifatê de şehîd bûyî, bi merasîmekê li Fafînê hate veşartin. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Navxweyî El Kerad sipartin axê
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Navxweyî Xalid El Hesen El Kerad ku şehîd bûbû li Cidêdatê bi merasîmekê ve hate veşartin. -
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser, qetilkirina du jinên rêveber şermezar kir
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qetilkirina Hevseroka Tel Şayir û Cigira wê şermezar kir. -
Kongreya Star qetilkirina Seîde û Hinid şermezar kir
Kongreya Star qetilkirina Hevseroka Meclîsa Nehiya Til El Şayir Seîde Feysal El Hermas û alîkara wê Hinid Letîf El Xidêr şermezar kir.