MSD: Divê hesabê Til Rifetê ji dewleta Tirk bê pirsîn

MSD'ê bal kişand ser komkujiya ku dewleta Tirk li Til Rifetê kiriye û ji bo hesabê vê yekê ji dewleta Tirk bê pirsîn bang kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk bavê DAÎŞ'ê ye."

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê kir, her wiha qetilkirina herdu endamên rêveberiya meclîsa bajarokê Til El-Şayir a ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di dauxyaniya xwe de MSD'ê got: "Têkoşîna me ya ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê bi rêya diyalogê, rêbazên siyasî û aştiyane li gorî biryara navneteweyî ya bi hejmar 2254 û daxuyaniya Cenevreyê ya sala 2012'an berdewam e. Ev yek li gel israra rejîmê ya di zihniyeta xwe ya faşîst û înkarkirinê de û bêdengiya navneteweyî ya bi guman û bêdengiya hêzên garantor ên aloziya Sûriyeyê di serî de Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) pêk tên. Her wiha li gel israra dewleta Tirk a dagirker li ser gefên xwe yên domdar li dijî herêmê ya ku ji bo pêkanîna timayên xwe û herêmên din dagir bike, pêk tên.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşa jinan hat naskirin. Jinan ji cîhanê re îsbat kir ku ew dikare bi azadî  û rûmet bijî. Bi rêya destketiyên ku bi dest xistin ku li pêşiya timayên Erdogan bûn bendeke asê û DAÎŞ'ê tune kir.

Jin bûn hedefa dewleta Tirk û ajandeyên wê yên komên radîkal ên tundraw di serî de DAÎŞ'ê, ji lewre jina Sûriyeyî para herî mezin ji van komkujî û sûcan dît, mînaka wê jî komkujiya Til Rifetê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker di 23'ê vê mehê de pêk hatî û di encamê de wê 4 kes bûn qurbanî. Ji wan jina koçber a ji Efrînê ya bi navê Nazliyê Mistefa. Her wiha zêdetirî 9 kesên din jî birîndar bûn. Têkildarî vê komkujiyê civaka navneteweyî bêdeng e.

Erdogan bavê ruhanî yê DAÎŞ'ê ye, ne tesedufe, ku di heman rojê de sûcekî pêk bîne û wijdanê mirovahiyê bihejîne û her du jinên bi navên Seida Feysel El-Hermas a Hevseroka Meclisa Bajarokê Til El-Şayîr a navçeya Deşîşa ya li gundewarê başûrê Hesekê û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr bike armanc. Her du jin hatin revandin û piştre DAÎŞ'iyan gule li wan reşand heta ku ew qetil kir. MSD bi baskê xwe yê leşkerî QSD'ê û hevalbendên wê Koalîsyona Navneteweyî jêderên terorê zuha kirin, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku ev yek wê bibe dawiya hebûna dewleta Tirk û destwerdana wê ya di aloziya Sûriyeyê de bi taybet doza penaberan.

Li aliyekî din jî di demekê de ku em sûcên li dijî gelê Sûriyeyê bi giştî û li dijî jinan bi taybet çi ji aliyê dewleta Tirk a dagirker be yan jî ji aliyê DAÎŞ'iyan be şermezar dikin, em wekî MSD'ê banga hesabxwestina van sûcan dikin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan û hemû gelên têkoşer dikin ku li dijî destwerdanên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û dawî li sûcên li dijî gelê herêmê bînin û radestî dadgehê bikin."